HBDH: Giyanê Kobanê wê faşîzmê biqedîne

HBDH'ê Roja Cîhanî ya Kobanê pîroz kir û got, ''Em ê temsîla giyanê Kobanê bikin û bi serfiraziyê ve bimeşin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê faşîzmê têk bibin.''

Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ji bo Roja Cîhanî ya Kobanê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin,''Ji parçeyeke xakekê ku qet nehatî bihîstin, rêya ku îro xwe gihandî Roja Cîhanî ya Kobanê ku li hemû cîhanê tê pîrozkirin, bi berdêlên mezin, wêrekî û vînê çêbû.

Zarokên neqenc ên rastiya dewleta TC'ê ku genên wê bi zilm, hovîtî, êşkence, bi qutebirî bi tinekirinê hatiye qodkirin, li bin guhê dîwarê Kobanê ketine.''

Bi berdewamî berxwedana li Heftanînê ya li dijî dagirkeriya qirker a Tirk hate bibîrxistin û hate gotin,''Heftanîn Kobanêya nû ye; Qerebax Kobanê ye. Serêkaniyê û Girê Spî yên ku hatine dagirkirin wê bibin Kobanê û em Kurd, Tirkmen, Ereb, Asûr, Sûryan, Keldan û Ermen em ê li ber xwe bidin û şer bikin.''

HBDH'ê herî dawî ev peyam da: ''Em ê bi biryarariya Arîn Mîrkan li hemû qadên ku em lê ne, Kobanêyên nû li ber faşîzma TC'ê deynin, jê re bibin şevreşkên nû. Em li hemû qadên ku em lê ne, bi dirûşmeya, ''Em ê faşîzmê hilweşînin, Azadiyê pêk bînin'' temsîla giyanê Kobanê bikin û ber bi serfiraziyê ve bimeşin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê faşîzmê hilweşînin. Û ev biheqbûna şer e ya ku wê me bigihîne serfiraziyê.''