Hejmara kesên di erdheja Îzmîrê de mirine gihişte 24’an

Hejmara kesên di erdheja li Îzmîrê bi pileya 6,9 pêk hat de mirin gihişte 24 kesî, dem de hejîn jî didome.

Rayedarna ragihand ku hejmara kesên mirine gihiştiye 24 kesî.

Di erdhejê de li Îzmîr 734, li Manîsa 5, li Balikesîr 2 û li Aydinê jî 54 bi giştî 804 kes birîndar bûne.

Di 17 avahiyên li Îzmîrê hilweşayîn de lêgerîn li 8 avahiyan qediya, xebatên rizgarkirinê yên li 9 avahiyên din ên mayîn jî didomin.

Tîmên rizgariyê yên li Avahiya Yilmaz Erbek ên xebatên lêgerînê dikirin, Gulçîn Aykût Soydan a 35 salî rizgar kirin û ji bo Nexwexanaeya Zanîngeha Egeyê şandin.

Li aliyê din Midûriyên AFAD ên bajarên Afyon, Bûrsa, Sakarya Kuthaya, Eskîşehîr, Çanakkale, Mûgla, Balikesîr, Manîsa, Konya, Denîzlî û Ûşak sewqî herêmê hatin kirin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê AFAD’ê ve hate kirin, piştî erdheja mezin û şûnde ji saet 04:00’an û şûnde 31 pileya wan li ser 4’ê re bi giştî 341 hejîn pêk hatine.