Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê 26 sal in tecrîdkirî ye, di çarçoveya kampanya ‘Dixwazim serdana Abdullah Ocalan bikim’ heyetek ji Ewropayê hat Tirkiyeyê.
Yek ji endamên heyeta ji 39 kesan, ku parlamenter, akademîsyen, hiqûqnas, sendîkavan û rojnamevan hebûn, nûnerê navneteweyî yê Konfederasyona Karkeran COBAS a li bajarê Palermo yê Îtalyayê Renatoz Franzitta bû.
Franzitta ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemberî sîstema patrîarkal, lîberal û kapîtalîst, yekane çareserî ye.
‘REDKIRINA OCALAN JI BO HIKUMETA ÎTALYAYÊ XIYANET BÛ’
Renato Franzitta anî ziman ku rola hikumeta Îtalyayê ya di pêvajoya komploya navneteweyî de bû sedem ku bi meseleya Kurd re eleqedar nebe Franzitta destnîşan kir ku ev yek xiyanet bû û got, “Li gel ku di nava hikumeta Îtalyayê de komunîst jî hebûn, redkirina Abdullah Ocalan a li welêt ji bo me xiyanetek bû. Bi taybetî Wezareta Edaletê mecbûr bû ku statuya parastinê bide Ocalan, lê belê ev nekir. Weke nerazîbûna li hemberî vê xiyanet û bêrûmetiyê, di encama têkoşînê de ku me bi hevalên xwe re biryar li ser dan, sala 2015’an li Palermo û Orlandoyê welatîbûna rûmetê ji Birêz Ocalan re hate dayin.”
‘LEŞKERÊ TIRK Ê KU DI DEMA PÊVAJOYA KOBANÊ DE NEHIŞT EM JI SÎNOR DERBAS BIBIN, BERÊ ÇEKÊ DA MIN’
Franzitta diyar kir ku di salên 2014-2015’an de ku DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê dikir, ji bo şopandina bûyeran ji Palermo bi heyetekê çû Pirsûsê û got, leşkerên Tirk li pêşiya wan bû asteng ku ji sînor derbas bibin, her wiha berê çekê dan wan.
Franzitta anî ziman ku wê demê ji bo vekirina korîdora alîkariya mirovî ya Kobanê bi pêşengiya Şaredariya Palermo wan projeya dostaniyê ya navbera Palermo-Pirsûs-Kobanê ava kirin û piştre ji bo konferansekê çû Kobanê.
‘KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK LI HEMBERÎ KAPÎTALÎZMÊ YEKANE ÇARESERÎ YE’
Franzitta destnîşan kir ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û paradîgmaya wî gelekî bandor lê kiriye û got, “Azadiya jinê û fikrê konfederalîzma demokratîk ku di perspektîfa komun a xwişk û biratiya gelan a Birêz Ocalan de sereke ye, li hemberî krîza kapîtalîst a ku kûr bûye weke yekane çareseriyê dibînim. Lewma modela konfederalîzma demokratîk ji hemû pirsgirêkên li cîhanê di pratîkê de weke yekane çareseriyê dibînim.”
‘ŞOREŞA ROJAVA JI BO ROJHILATA NAVÎN ŞENSEK E’
Franzitta anî ziman ku pêvajoya li Tirkiyeyê girîng e, dema ku bûyerên li Rojhilata Navîn dinirxînin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya PKK’ê helwesteke şoreşgerî ye. Franzitta ragihand ku bi taybetî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ji bo Rojhilata Navîn şensekî mezin e û bi vî rengî dewam kir: “Weke ku me di Şoreşa Rojava de dît, modela laîk a ji gelan û bi pêşengiya têkoşîna jinan ku fikrê Birêz Ocalan e, bi taybetî li Rojhilata Navîn li hemberî cîhadîstiyê û olperestiya radîkal a siyonîst şensek e. Lewma Şoreşa Rojava ji bo jiyaneke bi hev re ya gelan modeleke girîng pêşkêş dike. Di vir de avakirina jiyaneke hevpar a Kurd, Tirk, Ereb û Ermenan çareseriyekê diafirîne.
Ji ber vê yekê weke ku min beriya niha got, avaniya pirrengî ya konfederalîzma demorkatîk li hemberî sîstema lîberal a kapîtalîst çareseriyeke girîng e. Perspektîfa azadiya jinê ku Ocalan ji bo pêşketina civakê weke şert dibîne, gelekî rast û girîng e.
Birêz Ocalan bi taybetî li hemberî sîstema patrîarkal lîberal, kapîtalîst, li hemberî olperestiya radîkal a li Rojhilata Navîn jehrkujiyê pêşkêş dike, lewma ji aliyê sîstemê ve hate girtin û tecrîdkirî ye. Di serdema nûjen de li hemberî netewe-dewletê û çîna bûrjûvayê nakokî heye. Civakeke rast ne ew civak e ku gel tê birêvebirin, ew avaniya komunal e ku mêtingerî lê nîne. Divê em erka baviksalariyê, kapîtalîzm û dewletê ji holê rakin.”
‘JI BO QALA AŞTIYEKE JI DIL BÊ KIRIN DIVÊ OCALAN Û GIRTIYÊN SIYASÎ HEMÛ BÊNE BERDAN’
Renato Franzitta destnîşan kir ku eger wê qala aştiyeke ji dil bê kirin, di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bêne berdan û got, “Em têkildarî pêvajoyê hewldana yekalî ya tevgera Kurd dibînin. Ji aliyê hikumeta Tirk ve nikarim naverokekê diyar bikim, ji ber ku hîn gavek şênber nehatiye avêtin. Bi rastî jî eger em dixwazin qala pêvajoyeke aştiyê ya ji dil bibînin, di serî de Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû girtiyên siyasî bêne berdan.”