Divê girtiyên nexweş, kal, pîr û berasteng werin berdan

Li Stenbolê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî hate dayin û hate diyarkirin ku divê girtiyên nexweş, kal, pîr û berasteng werin berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe, di hefteya 449’emîn de ji ber vîrûsa koronayê li ser medya dîjîtal li dar xist. Komîsyonê, di çalakiyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Yamaç (55) ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Bunyanê ya Kayseriyê girtî ye.

Endamên komîsyonê Hatîce Onaran û Meral Nergîs Şahîn, di çalakiyê de axivîn û bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Yamaç ku nexweşiyên wî yên mîna astim, KOAH û pişikê hene. Onaran û Şahîn piştî berfireh qala rewşa Yamaç kirin û ji rayedaran daxwaz kirin ku girtiyên nexweş ên mîna Yamaç di pêvajoya vîrûsa koronayê de bên berdan û bên tedawîkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin divê girtiyên nexweş, kal, pîr û berasteng werin berdan.