ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Mijdara 2020'an.

Îro 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ye. Bi wesîleya rojê wê li gelek welatan çalakî bên lidarxistin.

Krîza aboriyê û şewba Covîd-19 ku li Tirkiyeyê roj bi roj giran dibin, bandoreke giran li Wanê dikin. Di nava salekê de 416 dikandaran ji neçarî dikanên xwe girtin.

Di 26'ê Hezîranê de polîsan avêtibûn ser mala endama Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê Sevîl Rojbîn Çetîn û bi kûçikan êşkence lê kiribûn. Parêzer Gulistan Ataş ku êşkence eşkere kiribû, kete ber lêpirsînê.

Umît Dede êrişên li ser HDP'ê nirxand û got, "Serketina HDP'ê binketina desthilatdariyê raxist pêş çavan. Ji ber vê yekê HDP ji dema ava bûyê û vir ve dibe hedefa êrişên hikumetê."

Yekîtiya Ewropayê, bi 100 milyon dolarî projeya balafirên bêmirov ên ji bo şopandina rêgeha koçberan a li Derya Spî amade kir. Rêxistinên civakî yên sivîl ji ber projeyê rexne li yekîtiyê kirin.

Li gorî Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) tevî La Ninayê jî ku bandora germahiya global kêm dike, sala 2020'î dibe yek ji salên herî germ ên dîrokê.