Dayikên Şemiyê ji bo Vedat Aydin hatin ba hev
Dayikên Şemiyê kujerên Vedat Aydin ê ji aliyê dewletê ve bi êşkenceyê hatî qetilkirin, pirsîn û xwestin ku dawî li bêcezatiya di dosyayê de were anîn.
Dayikên Şemiyê kujerên Vedat Aydin ê ji aliyê dewletê ve bi êşkenceyê hatî qetilkirin, pirsîn û xwestin ku dawî li bêcezatiya di dosyayê de were anîn.
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine qetilkirin û windakirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, her hefteyê li Qada Galatasarayê tên ba hev. Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya hezar û 58 lidar xistin.
Dayikên Şemiyê yên ku bi qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin li Qada Galatasarayê kom bûn, vê hefteyê kujerên Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin pirsîn ku 5’ê Tîrmeha 1991’an hate qetilkirin.
Gelek aktîvîstên mafên mirovan û ji Hevserokatiya Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn tevlî daxuyaniyê bûn.