'Serketina HDP'ê, desthilatdariya AKP'ê têk bir'
Umît Dede êrişên li ser HDP'ê nirxand û got, "Serketina HDP'ê, desthilatdariya AKP'ê têk bir. Ji ber vê yekê HDP ji dema ava bûyê û vir ve dibe hedefa êrişên hikumetê."
Umît Dede êrişên li ser HDP'ê nirxand û got, "Serketina HDP'ê, desthilatdariya AKP'ê têk bir. Ji ber vê yekê HDP ji dema ava bûyê û vir ve dibe hedefa êrişên hikumetê."
Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsyar Umît Dede zextên li ser HDP'ê nirxand. Dede diyar kir ku HDP ji dema ava bûye û vir ve dibe hedefa êrişên hikumetê û destnîşan kir ku li gel van êrişan jî HDP di asteke cidî de bi ser ketiye.
Dede bi bîr xist, êrişên lînçkirinê yên li dijî HDP'ê bi taybetî di hilbijartinên 2015'an de dest pê kirin û got, "Tevî ku di bin zext û zordariyê de em tevlî hilbijartinê bûn, HDP'ê mohra xwe danî binê serketineke gelkeî mezin. Serketina HDP'ê jî desthilatdariya AKP'ê têk bir. Piştî ku AKP ji deshilatdariyê hate xistin, van êriş hîn bi berfirehî dewam kirin."
YA KU TÊ KIRIN LI DIJÎ HIQÛQÊ YE
Dede giritna Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtşa û Fîgen Yuksekdag a 4'ê Mijdara 2016'an weke mîladekê nirxand û got, "Li gel hevserokên me, her wiha mafê destnedana parlamenteriyê ya wekîlên me jî hate betalkirin. Wekîlên me hene ku ji wê rojê ve girtî ne. Rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ne tenê nêrîna desthilatdariyê, her wiha nêrîna muxalefetê ya li hiqûqê jî eşkere kir.
Girtina endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê rewşeke li dijî hiqûqê ye. Beriya her tiştî dozgerê ku vê lêpirsînê dimeşîne, hefteyek beriya operasyonê beriya daweta xwe serdana Serokê Giştî yê AKP'ê kir ku ev yek lêpirsînê bi guman dike. Ji ber ku biryara nepenîtiyê li ser dosyayê heye, em kûrahiya wê nizanin. Lê belê lêpirsîneke ku 6 sal di ser re derbas bû ji nû ve xistin rojevê, ku raya giştî bi vê yekê îqna nebû.
Bûyerên Kobanê divê bên ronîkirin. Partiya me di vê çarçoveyê de gelek caran hewl da ku li meclîsê komîsyonek bê avakirin û bûyer bên lêkolîn. Lê belê ev daxwaz bi dengên AKP-MHP'ê tê redkirin."
TENGAV BÛNE
Dede destnîşan kir ku ti aliyê hiqûqî yê operasyonên li dijî HDP'ê nînin û bi dewamî got, "Li dijî paradîgmaya desthilatdariyê, civak xwedî li paradîgmaya HDP'ê derdikeve ku ev êriş jî nerazîbûna desthilatdariyê ya li vê xwedîderketinê ye. Desthilatdariya ku ji aliyê siyasî ve nikare bi partiya me, li nava civakê nikare bi qasî partiya me kelecanê biafirîne, ji bo nehêle ku partiya me bigihêje civakê ji roja destpêkê ve bi zext û zordariyê tevdigere.
Di nava civakê de baweriya bi dadgeriyê di dîroka Komarê de bi qasî vê demê kêm nebûbû. Êdî dadgehê bi xwe jî baweriyê xwe bi nîne. Di rewşeke welê de ku dadger bi edaleta hev bawer nakin, bêguman baweriya me jî bi dadgeriya Tirk nîne."