ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Bîlmez: Tirkiye divê li gorî rapora Komîteya Herdemî ya Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê ku têkildarî tecrîdê hatiye dayîn tevger bike. Berovajî vê, wê derxistina Tirkiye ya ji sîstema Konseya Ewropayê bibe rojevê.

Di hejmara îro ya rojnaemya Elmanî ya rojane Dîe Tageszeîtûng (TAZ) de banga kampanyaya ‘Dem hatiye, Ji bo Abdullah Ocalan azadî, ji Kurdistanê re statû’ a sendîkayên Îngilîz tam rûpel weşand.

Partiya Keskan ji bo projeya hevpar a hilberandina gemiyên binderyayî ya Elmanyayê û rejîma Erdogan were rawestandin hewl dide ku ji Meclîsa Federal biryarê derxîne.

Wê çalakiya Dayikên Şemî û Xizmên Windayan bê şopandin.

Li Polonyayê li dijî biryara ku mafê kurtajê qedexe dike gel rabû ser xwe, bi deh hezaran kes xwe berda kuçe û kolanan.

Komîsyona Ewroayê li dijî Macarîstanê bi sedema, ''şaş bicihanîna yasaya îltîcayê ya YE'yê'' prosedûra binpêkirinê da destpêkirin.