ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Dûîsbûrgê afîşên 'Azadî ji Ocalan re'
Li bajarê Dûîsbûrgê afîş û pankartên bi nivîsa "Azadî ji Abdullah Ocalan re" li navenda bajêr hatin daliqandin. -
Gunay: Ne dema şerê navxwe ye
Berdevaka HDP'ê Ebdû Gunay bal kişande ser geşedanên li Başûr yên ji ber sedema nêzîkatiya PDK'ê ku şerê navxwe aniye rojevê, got, ''Ne dema şerê navxweyî ye. Dem dema parastina destkeftiyên Kurdan e. Dem dema yekîtiya kurdan e.'' -
Li Edeneyê 2 kes bi îdîaya "endametiya rêxistinê' hatin girtin
Li Edeneyê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ji 7 kesên hatin destgîrkirin 2 kes hatin girtin. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan. -
Kurdan êrişên DAÎŞ'ê yên li Ewropayê şermezar kirin
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, Kurdan êrişên DAÎŞ'ê yên li Ewropayê bi çalakiyekê şermezar kirin. -
Li bajarê Bîelefeldê wêneyên Ocalan hatin daliqandin
Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan poster hatin daliqandin. -
Muxalefeta Elmanyayê jî dixwaze 'Bozkûrt' bê qedexekirin
Partiyên muxalefetê yên Elmanyayê, weke Fransayê ji bo 'Tevgera Bozkûrt' a ku hêza paramîlîter û nijadperest a dewleta Tirk e bê qedexekirin, ketin nava liv û tevgerê. -
Rewşa girtiya nexweş Fatma Tokmak giran dibe
Parêzer Jiyan Tosûn diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya girtiya nexweş Fatma Tokmak giran bûye ku li Girtîgeha Bakirkoyê tê girtin. -
Pirtûka 'Şîlan a me' derket
Jiyana şoreşgerî ya 40 salî ya Sosyalîst Şîlan, ku ji ber nexweşiyê di 26'ê Nîsana 2018'an de li bajarê Lunen ê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, bi navê 'Şîlan a me' veguherî pirtûkê. -
ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
Gerilaya TÎKKO’yê Fadîme Çakil spartin xakê
Cenazeyê gerilaya TKP/ML TÎKKO’yê Fadîme Çakil (Rosa) a ku 6-9’ê Îlonê, di encama bombardûmana dewleta Tirk de li navçeya Pûlur a Dêrsimê şehîd bûyî, li gundê Alhan a Mazgêrtê spartin axê. -
Jinên Tirêjên Rojê li 3 bajaran çalakî kirin
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê, li Stenbol, Kocaelî û Sakaryayê çalakî lidar xistin. -
Înîsîyatîfa Zarokên Agir li Îzmîrê çalakî li dar xist
Înîsîyatîfa Zarokên Agir li Îzmîrê cih û wesayîtên hêzên dewletê û yê faşîstan şewitand. -
Gokkan û Çelîk hatin berdan
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de Mesût Çelîk û berdevka TJA’yê Ayşe Gokkn jî di nav de 13 kes hatibûn destgîrkirin. Gokkan û Çelîk hatin berdan. -
Yekîneyên Tolhildanê li 8 bajaran çalakî kirin
Yekîneyên Tolhildanê li gelek bajan çalakî kirin. -
Malbata Çelîk: Dewletê kurê me direvîne
Malbata Yoldaş Selîm Çelîk got: “9 roj in destgîrkirî ye. Ji parêzeran direvînin. Fikarên me ji jiyana wî heye.” -
Hevseroka EMEP’ê: Desthilatdarî belavkirina alîkariyê red dike
Hevseroka EMEP’ê Selma Gurkan çû qada erdhejê. Gurkan got, “Desthilatdarî daxwazên alîkarî û çareseriyê red dike.” -
Li Idlibê serçeteyekî dewleta Tirk hat kuştin
Li rojhilatê Helebê doh şev di dema derbasbûna wesayiteke çeteyên dewleta Tirk de teqînek pêk hat. Di encama teqînê de serçetek hat kuştin. -
Leşkerên ku Şeralî Derelî qetil kirin: Hûn ê hêza Tirkan bibînin
Şeralî Derelî li Geverê bi 50 metreyî dûrî mala xwe ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibû kuştin. Kur û biraziyê Şeralî Derelî diyar kir ku serdarê hate gund gef li wan xwar û got "Hûn ê hêza Tirkan bibînin." -
Li Freîbûrgê 'ji bo azadiya Ocalan' pankart hate daliqandin
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Freîbûrgê yê Elamnayyê, pankarta ji nivîsên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daliqandin. -
Kurdên li Lubnanê: PDK rê li ber şerekî navxweyî vedike
Kurdên li Lubnanê diyar kirin ku tevgera PDK li ser herêmên gerîlayan zêde bûye, PDK dixwaze rê li ber şerekî navxweyî veke û bang dikin ku bila PDK hêzên xwe ji wan deran bikişîne. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li dozgeriyê dan. -
Temellî: Wê HDP têkoşîna xwe bidomîne
Parlementerê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî got ku, “Bi Plana Çokdanînê û qirkirina siyasî re dihat xwestin HDP’ê têk biçe lê HDP li ser perspektîfa xwe têkoşîna xwe didomîne.” -
KCDK-E'yê ji bo çalakiya pankartan a 'Azadî ji Ocalan re' bang kir
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê ji bo çalakiya pankartê ya 'Azadî ji Ocalan re' banga tevlîbûnê kir. -
'Serdozgerî mikur hat ku komkujiya Parîsê ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin'
Serdozgeriya ku li dijî Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca fezleke amade kir, li komkujiya Parîsê mikur hat ku bi destê MÎT'ê hatiye kirin.