Wê şoreşa Kobanê bijî

Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Stenbolê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Kadikoyê çalakiyek li dar xist û diyar kir ku wê şoreşa Kobanê bidome.

Çalakî li pêşiya rêxistina navçeyê ya HDP’ê hate lidarxistin. Parlementerê HDP’ê Alî Kenanoglû, Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, Hevserokên HDP’ê Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci jî di nav de nûnerên gelek rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî tevlî çalakiyê bûn.

Bûlût di çalakiyê de diyar kir ku berxwedana li Kobanê şoreşa Rojava xurt kiriye û şoreşa Rojava şoreşeke jinan e.  Bûlût got ku, “Li ser wê axê berxwedaneke wisa hat kirin ku dîroka dinyayê guherî. Ji bo ku tarîtî xwe li ser dinyayê daneyne, têkoşîneke xurt hate kirin. Şoreşa Rojava îro jî didome û jin di serî de her kes roniyê ji wê şoreşê werdigirin.”

Bûlût diyar kir ku di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de operasyonên qirkirina siyasî hatine lidarxistin û nerazîbûn nîşanî van operasyonan da.

Hevserokê HDP’ê Stenbolê Erdal Avci jî diyar kir ku Roja Kobanê ya Cîhanê destkeftiyeke hêzên gel û demokrasiyê ye û got ku, “Bi berxwedan heybet a dîrokê êrîş hatin şikandin.  Roja Kobanê ya Cîhanê rojeke pîroz e û wê bibe wesîleya jiyîna azad a gelan.”

Hevberdevka Giştî ya HDK’ê Îdîl Ûgûrlû jî diyar kir ku texayula jiyana nû ya ku gelan bi hev re ava kirin li Rojava ronî daye û ji cîhanê re bûye mînak.