Ji ber erdheja li Egeyê, li Tirkiyê û Yewnanistanê 14 kes mirin

Di erdheja bi hêza nêzî 7 pileyan a li rojhilatê Behra Egeyê çêbûyî de, li Îzmîrê 12 kes û li Yewnanistanê 2 kes mirin.

Li gorî bîlançoya nû ya ji aliyê Serokatiya Afet û Rêveberiya Rewşa Lezgîn (AFAD), yek di encama xeniqînê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, 419 kes jî birîndar bûn.

Hate diyar kirin ku li 17 hezar avahiyên ku ziyan dîtîn û xirabûyîn xebatên lêgerînê didom in.

Li girava Samos a Yewnanistanê jî 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên her du kesan di bin dîwarek xirabûyî de hate dîtin.

Erdheja li Stenbolê jî hate hîskirin.

Tirkiye di nava welatên cîhanê de, di nava welatên herî dibin mijara erdhejê de cihê xwe digre. Di Tebaxa 1999’an de li navenda Îzmîrê, di erdheja bi pileya 7,6 de ji 17 hezar kesan zêdetir jiyana xwe ji dest dabû.