ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Hetay û Mêrsînê gelek kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Hetay û Mêrsînê gelek kes destgîrkirin. -
Girtiyên li Baybûrtê: Tevdîr nayên girtin, zextê dikin
Ji girtiyên Baybûrtê Nûdem Dûrak got, ''Ji bo vîrûsê ti tevdîr nayên girtin. Bi hinceta lêgerînê bi ser koxuşên me de digirin û belawela dikin.'' -
Hilweşandina aboriya Tirkiyeyê didome
Hilweşandina aboriya Tirkiyeyê gav bi gav didome, lîrayê Tirkiyeyê li ber dovîzan dihele. -
Ji partî û saziyên Kurdistanî li dijî 'birakujiyê' daxuyaniya hevpar
Partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê li dijî talokeya 'birakujiyê' ya li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar dan û bang li hemû sazî, rêxistin û dezgehên Kurdistanî kirin ku li dijî talokeya şerê navxwe dengê xwe bi rengekî xurt derxînin. -
Li Çankiri jinek hate kuştin
Li Çankiriyê Mesût Açikgoz, Gulay Guneş a ku mehek berê cihê bûbû kuşt. -
KON-MED'ê ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bang kir
KON-MED'ê ji bo çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ku wê li gelek bajarên Elmanyayê bi dirûşma 'Şoreşa Rojava şoreşa me ya hevpar e, parastina wê berpirsyariya me ya hevpar e' bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
CÎK'ê ji bo Mele Xendekî sersaxî xwest
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ji bo Mele Evdirrehmanê Xendekî sersaxî xwest, ku Xendekî 27'ê Cotmehê bi nexweşiya gurçikê li Êlihê çûbû ber dilovaniya xwe. -
Li Stenbolê 3 HDP'î hatin destgîrkirin
Li navçeyên Sûltanbeylî, Gazîosmanpaşa û Esenler ên Stenbolê di operasyonên hevdemî de 3 HDP'î hatin destgîrkirin. -
ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Insîyatîva Zarokên êgir gelek çalakî kirin
Insîyatîva Zarokên Êgir ragihand ku yekîneyên wan di navbeyna 23-26'yê Cotmehê de gelek çalakî kirine. -
Dosya pêşkêşî nûnertiyên endamên Konseya Ewropayê tên kirin
Di çarçoveya çalakiya rûniştinê de ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, çalakger dosyayan didin nûnertiyên welatên endamên daîmî yên Konseya Ewropayê. -
Sancar: HDP di hilbijartinê de wê vê desthilatê têk bibe
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku desthilat ji HDP’ê ditirse û her ku winda dike êrişên xwe zêde dike û wiha got: “HDP di hilbijartinê de vê desthilatê têk bibe.'' -
Şîrketa Awûstûryayî wê ji bo SÎHA yên Tirk motoran çêneke
Şîrketa Rotax a Awûstûryayê ragihand ku wê êdî ji bo SÎHA yên dewleta Tirk motoran çênekin. Rotaxê bi rêya şîrketên Îtalya û Kanadayê bi salan ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê binpê dikir. -
Çalakiya li Strasboûrgê bi pêşengiya ciwanan dewam dike
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, çalakiya rûniştinê bi pêşengiya ciwanan dewam dike. Di çarçoveya pêngava 'Bi hev re serhildan' de panelek hate lidarxistin. -
YE'yê par destûr da firotina çekan a bi buhayê 138 milyar Euroyî
Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê Servîsa Çalakiyê ya Têkiliyên Derve ya Ewropayê (SEAE) ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ve hatin weşandin, welatên yekîtiyê par destûr da firotina çekan û alavên leşkerî yên bi buhayê 137.9 milyar Euroyî. -
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin muwekîlê xwe bibînin. -
Li Parlamenta Swêdê nîqaşa li ser Tirkiye û PKK'ê
Li ser daxwaza Parlamentera Serbixwe ya Swêdê Amîneh Kakabaveh, polîtîkaya belavkar û êrişkar a Erdogan li parlamentê hate nîqaşkirin. Di dema vê nîqaşê de Wezîra Karên Derve ya Swêd Ann Lînde û Kakabaveh li ser PKK'ê nîqaş kirin. -
ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Şirketa Kanadayî nerazîbûn nîşan da: Motorên me li ser ÎHA’yan hate bikaranîn
Şirketa navendî ya Kanada, gihişte wê yekê ku motorên balafirên bi armanca kêfxweşiyê ji bo Tirkiyeyê şandine, di şerê li Ermenistan û Azerbeycanê de hatiye bikaranîn, şandina motoran da sekinandin. -
10 sal ceza dan Bakirhan ê HDP’î
Ji bo Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan ê HDP’î 10 sal û 10 meh ceza hate birîn. -
Însiyatîfa Zarokên Agir li ser şewitandinan daxuyaniyek da
Însiyatîfa Zarokên Agir, ragihand ku li gelek bajaran wesayît û cih şewitandine. -
Egîd Civyan û şehîdên meha Cotmehê li Bordeaûxê hatin bîranîn
Ji fermandarên HPG'ê Egîd Civyan (Vahdettîn Karay) û şehîdên meha Cotmehê li bajarê Bordeaûx ê Fransayê bi çalakiyekê hatin bîranîn. -
Konsepta dewleta Tirk a li dijî Kurdên li Kafkasyayê
Êrişa ku li gundê Tumune ya li bajarê Saratovê yê Rûsyayê li dijî Kurdan hate kirin, bi wî rengî hate şîrovekirin ku Kurdên li Rûsyayê di hedefa Tirkiyeyê de ne. Siyasetmedar Ferman Garzan bal kişand ser girîngiya xweparastinê. -
Xwepêşandana li Bexdayê didome
Duh piştî ku xwepêşanderan dubare daketin kolanan, îro li Meydana Tehrîrê ya bajarê Bexdayê xwepêşandan didome. -
Şehîdên meha Cotmehê li Qibrisê hatin bîranîn
Li bajarê Lîmassol ê Qibrisê, di şexsê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn.