Li gelek bajaran Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi pêşengiya HDP’ê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî hatin lidarxistin û daxuyanî hate dayin.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi pêşengiya HDP’ê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî hatin lidarxistin û daxuyanî hate dayin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Kobanê ya Cîhanê li 8 navendan pîrozbahî lidar xistin û daxuyanî dan çapemeniyê.
RIHA
Rêxistina HDP'ê ya Rihayê bi minasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê xwest li Parka Etmanek ya navbera Pirsûs û Kobanê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Lê polîsan bi hinceta destûra Walî tune nehiştin HDP li vir daxuyaniyê bide. Li ser astengiya polîsan Koma HDP'ê ku di nav de parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu û aktîvîstên TJA'yê heye li pêş avahiya HDP'ê ya Pirsûsê daxuyanî dan. Hevserokê HDP'ê yê Pirsûsê Mehmet Koştî, diyar kir ku jinên herî xweşik ên cîhanê li dijî mêrê herî qirêj ên cîhanê bi ser ketine. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî kesên di şerê li dijî DAIŞ'ê li Kobanê jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û wiha got: "6 sal berê li dijî êrîşên DAIŞ'ê li Kobanê 11 hezar şehîd dan. Di serî de gelê Kobanê û jinan dîroka berxwedanê ji nû ve nivîsandin. Em li Pirsûsê vê serkeftinê dubare pîroz dikin. Gelê Kurd ê li Kobanê li dijî DAIŞ'ê şer kir îspat kir ku temînata aştiyê ye."
EDENE
Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê jî li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural, bal kişand ser têkoşerên Kobanê û wiha got: "Kobanê vîna jinê Arîn Mirkan, piştevanê enternasyonal Rıfat (Horoz) e. Nejat Suphi Agirnasli ye. Kader Ortakkaya, Aziz Guler e. Ruhê hevpar ê enternasyonal e.
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Edeneyê û aktivîstên TJA jî bi heman armancê li Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Seyhanê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin.
KONYA
Rêxistina HDP'ê ya Konyayê jî bi heman armancê daxuyanî da. Hevserokê HDP'ê yê Konyayê Giyasetin Almaz jî anî ziman ku tu êrîş û reşkirin nikare rûyê vê rastiyê tarî bike û wiha got: "Dê tu kes niraribe pêşiya ronahiya rojê bigire û tarî bike."
MÊRDÎN
Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê jî bi heman armancê li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Berdevka HDP'ê Ebru Gunay û gelek rêveberên HDP'ê amade bûn. Gunay, anî ziman ku li Kobanê Kurdan û dostên xwe yên entarnasyonel bi piştevaniyek xurt li Rojava şoreş pêk anîn û wiha got: "Şoreşa Rojava ji bo gelê cîhanê bû hêvî. Li dijî tariyê em têkoşînê didomînin."
ŞIRNEX
Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê jî bi heman armancê li avahiya xwe ya Cizîrê şahiyek li dar xist. Parlamenter û rêveberên HDP'ê tev li şahiyê bûn. Li salonê pankart vekirin û axaftin kirin.
WAN
Rêxistina HDP'ê ya Wanê jî li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên HDP'ê di çalakiyê de pankartên “Bijî şoreşa Rojava” vekirin. Hevserokê HDP'ê yê Rêya Armûşê Tuncer Saginç, daxuyanî da û diyar kir ku piştî DAIŞ li Kobanê têk çû, êdî gav bi gav têk çû û bi temamî winda kir.
ÎDIR
Rêxistina HDP'ê ya Îdirê jî bi heman armancê li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberê HDP'ê yê Îdirê Tarzan Guner daxuyanî da û anî ziman ku Kobanê li dijî tang, top û barbariya mezin, remza heviyê û vina mirov a berxwedanê ye.
ENQERE
Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê jî bi heman armancê li avahiya ya Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê HDP'ê Vezir Coşkun Parlak, anî ziman ku DAIŞ'ê bi alîkariya hêzên navneteweyî li herêmê jin, zarok û mirov qetil kirin û wiha got: "Ev hêza tarî di sala 2014'an de li Kobanê bi hevkariya gelê Kurd u dostên wan têk çû. Gelê Kobanê bi vîna xwe têkoşînek bê hempa da û bû sembola berxwedanê."