Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re dîsa serlêdan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo ku sibe miwekîlên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo ku sibe miwekîlên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Raziya Ozturk, Nevroz Uysal, Mazlûm Dînç û Ibrahîm Bîlmez, ji bo ku miwekîlên xwe sibe bibînin dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbat, parêzer û wasîsên Ocalan, ji 14'ê Adarê û wir ve ku îdîayên derheqê tendiristî û ewlehiya Ocalan belav bûne, bi daxwaza 'hevdîtina bi lezginî' serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Hamiktiya Înfazê ya Bûrsayê û Wezareta Dadê, Komîteya Pêşîlêgir a Êşklenceyê ya Ewropayê (CPT) dane.
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi hinceta 'Nexşerê'ya ku Ocalan weke pêveka parastina xwe ku ji bo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê re şandî, 23'yê Îlona 2020'an qedexe kiribû ku parêzerên Ocalan miwekîlê xwe bibînin. Li gel ku qedexeya hevdîtinê 23'yê Adarê qediyaye jî hê ti bersiv nedane ji bo serlêdana parêzeran.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25'ê Adarê dema ku bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re diaxivî, axaftina wan hatibû birîn.