Malbata Şenyaşar hate berdan, nobet didome

Emîn û Ferît Şenyaşar ku ev 22 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeta dadê digirin piştî ku hatin destgîrkirin hatin berdan.

Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 22'an a nobeta dadê de ji hêla polîsên Tirk ve hatin destgîrkirin û ew birin Midûrtiya Şûbeya Ewlehiyê.

Malbata Şenyaşar piştî ku li Emniyetê pêlekê hatin rawestandin hatin berdan.

Malbat piştî ku hate berdan çalakiya xwe ji cihê mayî domand.

Malbat dixwaze wekîlê AKP'yî Ibrahîm Halîl Yidiz û zêrevanên wî ku 24'ê Hezîrana 2018'an beriya hilbijrtinê komkujî kiribûn, hevserê Emîne Şenyaşar û 2 kurên wê qetil kiribûn werin darizandin.