ROJEVA 29'Ê ADARA 2021'Ê
Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: HDP'ê bigirin jî negirin jî desthilatdariya AKP-MHP êdî nikare bi rê ve biçe, dawî li wan hatiye. Berxwedana Garê, 8'ê Adarê û Newrozê ev yek bi rengekî şênber raxistiye pêş çavan.
Karayilan diyar kir, berxwedana Newrozê û Garê têkçûna 'Plana Têkbirinê' ispat kiriye û got, "Ti plana qirkirinê nikare li hemberê gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bi ser bikeve. Divê her kes bi vê zanibe."
Operasyona li kampa Holê wê bê şopandin.
Bi kamerayên ANF'ê dîmenên ji 'Operasyona Ewlekarî û mirovî' ya li Kampa Holê.
Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd: Li ser agahiya têkildarî hebûna gelek mirovên xetere li Kampa Holê operasyonê dest pê kir. Cihê terorîstan hate tespîtkirin. Operasyon wê nêzî 15 rojan dewam bike.