Ji ber DAÎŞ’iyên li Rojava derbarê Macron dosyeyek dan Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî

Komek parêzer û akademîsyen li hemberî serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron ê ku hemwelatiyên xwe yên endamên DAÎŞ’ê yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nestend, dosyeyek dan Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî.

Serokkomarê Fransayê ji sala 2019’an û vir ve red dike ku jin û zarokên DAÎŞ’ê yên li kampan werbigire û derxîne ber edaletê.

Li gorî rojnameya Lîberatîonê parêzer û akademîsyen, bi hinceta ku sûcê şer kiriye, derbarê Macron serî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî dan.

Ev jî di warê teknîkî de tê wateya ku dozgerê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî Fatoû Bensoûda agahdar kirine. Lê di warê şênber de jî ji ber ku Macron û Fransa red dikin ku jin û zarokên cîhadîst werbigire, tê wateya hewldaneke hiqûqî ya ku tu mînaka wê tune.

Ji ber ku red dike jin werin darizandin û ragirtina zarokan dike hevkariya sûc dibe ku ji ber sûcê şer li hemberî wî lêpirsîn were destpêkirin.

Dosyeya serlêdanê ya ji 50 rûpelan pêk tê ji aliyê parêzer Marîe Dose, Lûdovîc Rîvîere û Gerard Tcholakîan û akademîsyen Camîllîe Cressent û Aûgûstîne Atry hate amadekirin.

Dose got “Sûcê şer çêbû, di vî warî de qet guman tune. Emmanûel Macron ê ku Serokkomar û serokê hêzên çekdar e, dixwaz zarok û dêya wan ên Fransiz neyne, lê rayedarên Rojava yekser bang dikin. Me digot belkî biryarên Belçîka û Fînlandiya yên di demên dawîn de biryara Macron nerm bike lê ew ji bo astengkirina ragirtina zarokan û darizandina jinên Fransiz israr dike.”