Di Konferansa Sûriyeyê de soza 6.4 milyar dolar a alîkariyê hate dayin

Li Konferansa Sûriyeyê ya Brukselê, ku gelek welat tevlî dibin, li hev hate kirin ku ji bo penaberên Sûriyeyî 6.4 milyar dolar alîkariya mirovî bê dayin. Hate ragihandin ku ev hejmar gelekî kêmî rêjeya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye diyarkirin.

Konferans ji ber şewbê bi rêya înternetê hate lidarxistin. Balkêş e ku alîkariya herî zêde ji aliyê Elmanyayê ve hate kirin. Di encama konferansê de soz hate dayin ku ji bo sala 2021'ê 4.4 milyar dolar, ji bo sala 2022'an jî 2 milyar dolar alîkarî bê dayin.

Elmanya ku piştî krîza koçberiyê ya sala 2015'an milyonek koçber qebûl kir, ji bo penaberê nli Sûriyeyê û welatên cîran, soz da ku alîkariya ji milyarek û 740 milyon dolarî bide. Ev yek jî tê wateya yek ji sê parên tevahiya alîkariyê.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) soz da ku 510 milyon Euro alîkariyê bide.

Di konferansê de dihate xwestin ku tenê ji bo vê salê herî kêm 10 milyon dolar bê komkirin, lê belê tenê 6.4 milyar dolar yanî du ji sê parên vê armancê hatin komkirin. Par jî bi heman rengî 5.5 milyar dolar hatibû komkirin.

Piraniya vê alîkariyê wê ji Lubnan, Urdun, Tirkiye, Iraq û Misrê re bê dayin. Bi taybetî tê xwestin ku zarok tevlî perwerdeyê bên kirin.