Parêzerên Rêberê Gelê Kurd serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxwaza rakirina tecrîdê û bikaranîna mafên bingehîn, serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê da.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rakirina tecrîda li ser muwekîlê wan û mafên bingehîn bên bikaranîn, serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê dan.

Dı serlêdanê de bal kişandin ser bikaranîna mafê bingehîn û azadiyê û ev hate gotin: “Divê şertên girtina muwekîlê me li ber çavan bê girtin, tavilê divê mafê bingehîn û azadiyê bên pêkanîn, divê hemû gilî û daxwazên me yên derbarê binpêkirinên mafê mirovan û êşkenceya li dijî qanûnê li ber çavan bên girtin.”

Parêzeran daxwazên xwe wiha rêz kirin.

“Divê parêzer, malbat û wasîs biçin hevdîtinê bikin.

Astengiyên li pêşiya parêzeran a xwe gihandina dosyayan bên rakirin, divê pêwîstiyên parêzer û temsîl bên bicihanîn.

Pêkanîna mafê telefonê li gorî hiqûqê.

Astengiyên pêşiya nivîsînê bên rakirin, şertên şandin û girtina nameyan bên pêşxistin.”