Dibe ku Îsraîl û Hamas di nava hefteyek-du hefteyan de li hev bikin

Rayedarekî payebilind ê Îsraîlî diyar kir ku di şerê Xezeyê de agirbest dibe ku di nava hefteyek, du hefteyan de bê ragihandin.

Rayedar ji Reutersê re axivî û anî ziman ku agirbesteke ji 60 rojî ya gengaz eger Hamas bêçek bibe dikare veguhere aştiyeke mayinde. Lê belê eger Hamas vê daxwazê red bike wê operasyonên Îsraîlê dewam bikin.

Ev daxuyanî piştî hevdîtinên veşartî yên DYE'yê yên bi rayedarên payebilind ên Îsraîl û Qatarê hate dayin. Li gorî nûçeyan Axiosê, di hevdîtinan de astengiyên bingehîn ên li pêşiya agirbestê û berdana dîlgirtiyan hatin nirxandin.

HAMASÊ QEBÛL KIR KU 10 DÎLGIRTIYAN BERDE

Hate ragihandin ku Hamasê di dema danûstandinên bi navbeynkariya Qatar, DYE û Misrê de helwesteke nerm nîşan daye û qebûl kiriye ku 10 dîlgirtiyên Îsraîlî berde.

Hamasê her wiha diyar kir ku mijarên bingehîn ên weke gihandina alîkariya mirovî ji Xezeyê re, vekişîna Îsraîlê û garantiya ji bo agirbesta mayinde hîn jî têne nirxandin.

ÊRÎŞ DEWAM DIKIN

Li aliyê din, êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê dewam dikin. Di saetên dawî de di encama êrîşên hewayî de herî kêm 17 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku 13 ji wan li Deir el-Balah, 4 jê jî li Kampa Penaberan a el Bureycê di êrîşan de hatin kuştin. Her wiha gelek kes jî birîndar bûn.