Raportorê Destûra Bingehîn ji bo kêmasiyên şêwazê yên îdîanameya HDP'ê red kir

Raportorê Destûra Bingehîn ji bo ku kêmasiyên şêwazê werin temamkirin xwest ku îdîanameya HDP'ê were îadekirin an jî di nav demê de kêmasî werin temakirin.

Raportorê Dadgeha Destûrê ya Tirk ku li îdîanameya girtinê nerî, ya Serdozgeriya Komarê ya derheqê girtina HDP'ê de hazirkirî, rapora xwe ya lêhurbînê temam kir û da Dadgeha Destûrê ya Tirk. Ji hela şêwazê ve ji bo ku kêmasî werin temamkirin xwest ku an îdîanameya HDP'ê were îadekirin an jî îdîaname were qebûlkirin û kêmasî di nav pêvajoyê de werin halkirin.

Raportor fikra xwe ya li ser temamkirina kêmasiyên derheqê şêwazê îadekirina îdîanameyê an jî ji bo qebûlkirina îdîanameyê ya di nav pêvajoyê de ragihand.

Hate gotin kêmasî têkilî nasname û agahiyên navnîşan û ewraqan e.

Têkilî dozê Lijneya Giştî ya Destûra Bingehî lêhûrbûna xwe wê sibe pêk bîne û biryar li ser bide bê ka wê îdîanameyê qebûl bike yan na.