Li Stenbolê du febrîqeyên AKP'iyan hatin şewitandin
Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku li Stenbolê 2 febrîqeyên AKP'iyan şewitandine.
Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku li Stenbolê 2 febrîqeyên AKP'iyan şewitandine.
Însiyatîfa Zarokên Êgir bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku 28'ê Adarê li Sîlîvrî ya Stenbolê febrîqeyeke plastîk a AKP'iyan û 30'ê Adarê jî li Îkîtellî ya Stenbolê jî febrîqeyeke pêlavan a Sahra Lamînasyon şewitandine.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ''2015'an li Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Silopya û Şernexê we malê gelê me yê welatparêz şewitand û hilweşand û ew dane koçberkirin. We dilneşewatiya şer bi hemû rengan ferz kir û em zarokên vî gelî hesabê wan tiştan dipirsin. Ji bo ku em tola gelê xwe yê ku dagirkeriya Tirk li Kurdistanê dayî koçberkirin hilînin, me du fabrîkayên ku destek didin aboriya şer a AKP-MHP'ê şewiatand.''