Li 29 HDP’î û BDP’iyan ji bo ku aştî xwestine, doz vekirin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di nav de derbarê 29 siyasetmedaran ji ber ku tevlî meşa 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bûne, doz hate vekirin.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di nav de derbarê 29 siyasetmedaran ji ber ku tevlî meşa 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bûne, doz hate vekirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li navenda bajar meşek organîze kiribû.
Di derbarê 29 siyasetmedarê tevlî meşê bûne de bi îdîaya ‘li dijî qanûnê rêxistina civîn û meşan, rêvebirin û tevlîbûna wê’ doz hate vekirin.
Di nava kesên doz lê hatine vekirin de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayndir û Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Nergiz Çîgdem Karakeçîlî jî heye.
Îdîanameya derbarê siyasetmedarna hatiye amadekirin ji aliyê 2’emîn Dadgeha Ceza ya Rihayê ve hate erêkirin.
Li gorî îdîanameya pêşkêşî dadgehê hatiye kirin, polîsên Tirk bi hinceta dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Bijî azadî’ çalakî rawestandine.
Kesên ku doz lê hatine vekirin ev in: Abdullah Polat, Ahmet Îstek, Alî Çoban, Bekir Karakeçîlî, Berîtan Sayan, Cahîde Ûdûm, Emîne Çetîner, Fayik Taşkaya, Hasan Yildiz, Hatîce Goktepe, Îsmaîl Kaplan, Îsmaîl Kaadagli, Kelîme Balî, Keskîn Bayindir, Leyla Akgul, Lutfu Hazar, Mûhammed Baktaş, Mahmût Bînîcî, Mahmût Dagtekîn, Mehmet Koştî, Mehmet Ogûr, Mehemt Ferît Tamga, Mîkaîlo Gozek, Nergîs Çîgdem Karakeçîlî, Nûrûlah Kakaz, Omer Yildirim, Selma Ataş Yilmaz, Sitki Dûrsûn û Ûlaş Çoban.