29 sazî û partiyên Kurdistanî yên li Ewropayê, ji bo peymana Bexda-Hewlêrê ya li ser Şengalê bê betalkirin û xwedî li Şengalê bê derketin, nameyeke hevpar nivîsîn.
Di nameyê de ku ji bo Wezîrên Karên Derve yên DYE, Fransa, Elmanya, Iraq û Îngilistanê û Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê re hate nivîsandin, tirs û fikarên li ser Şengalê hatin vegotin.
Name wiha ye:
"Bi navê sazî û partiyên Kurdistanî yên li Ewropayê kar dikin, têkildarî rewşa heyî û paşeroja Şengalê em bi fikar in, ku Şengal ji bo Êzidiyan hemûyan cihekî stratejîk e. Piştî qirkirina ku çeteyên DAÎŞ'ê sala 2014'an li dijî Êzidiyan kir, em li bendê bûn ku wê guhertineke bingehîn a perspektîfî bê kirin.
Mixabin em dibînin ku hikumetên Bexda û Hewlêrê dersek ji vê qirkirinê dernexistine û nêrîna wan a li Êzidiyan jî neguheriye.
Peymana navbera Bexda û Hewlêrê, îrade, destketî û saziyên demokratîk ên civaka Êzidî ji nedîtî ve tê, şert û mercên ku bûne sedema qirkirinê ji nû ve ferz dike. Ev peymana ku bêyî bi Êzidiyan bê şêwirandin hate amadekirin, li nava civaka Êzidî bi ti awayî rewa nîne, derbasdar nîne. Ji bo Êzidiyan pêwîstî rêveberiyeke demokratîk a hevpar heye ku statuya Êzidiyan lê xweser be û karibin xwe bi xwe biparêzin. Çareserî tunekirina destketiyên heyî nîne, çareserî parastin û mayindekirina derfet û saziyên heyî ye.
Pêwîstî bi Êzidxaneke welê heye ku ji nû ve ava bûye, Êzidî lê vegeriyane, xwedî rêveberiyeke piralî û demokratîk, bi cîranên xwe re di nava aştî û xweşbîniyê de ye.
Di encama gefên Erdogan de ku li Rojhilata Navîn piştgiriya hemû rêxistinên cîhadîst dike, hikumetên Hewlêr û Iraqê bi zorê di bi navê 'qanûn û sîstema dewletê' de hewl dide dest deyne ser îradeya Êzidiyan, ku ev yek ji bilî piştgiriya ji bo siyaseta qirkirinê nayê ti wateyê.
Daxwaz û rica me ji we ew e ku di vê mijarê de derfetên xwe bi kar bînin, bandoreke erênî li hikumetên Bexda û Hewlêrê bikin û tevkariyê li peydakirina çareseriyeke hevpar a bi nûnerên civaka Êzidî re bikin."
Sazî û partiyên ku mohra xwe danîne binê nameyê wiha ne:
YNK (Yekitî Niştimanî Kurdistan)
Tevgera GORAN
KCDK-E (Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê)
TJK-E (Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê)
Partiya ŞÛÎ ya Başûrê Kurdistanê
Kongreya Star (Rêxistna Jinên Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê) Şaxê Ewropa
Partiya Zahmetkêşan - Başûr
PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan)
Tevgera Azadî
PYD (Partiya Yekîtiya Demokratîk)
P.D.K.S (Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê)
Partiya Çep a Kurd a Sûrî
Tevgera Nûjen a Kurdistanî-Sûriye
PÇDKS ( Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê)
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (El Partî)
Partiya Çep a Demokrat li Sûriyeyê
Partiya Rêkeftina Kurd a Sûriyeyê
Partiya Çaksaziya Kurd a Sûriyeyê
Partiya Kesk a Kurdistanî ya Sûriyeyê
Partiya Demokrat a Kurdistanî li Sûriyeyê
Partiya Komunîst a Kurdistanî ya Sûriyeyê
PÎK (Partiya Îslamî ya Kurdistanê)
KKP ( Partiya Komunîst a Kurdistanê)
Tevgera Kawa
PJAK (Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê)
Yekîtiya Şoreşgerî ya Kurdistanê
KODAR (Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê)
KJAR (Civaka Jinên Rojhilatê ya Kurdistanê)
Platforma Horam
Plattform Zagros
Plattform Yarsan
Yarî Kurd
Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî ya li Sûriyeyê
Tevçand (Tevgera Çand û Hunera Kurd)
Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V
FEDA (Federesyona Elewiyên Kurdistanê)
NAV - YEK (Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê)
Kurdische Zentrum Berlîn
CÎK (Civaka Îslamî ya Kurdistanê)
Enstituta Kurdî - Elmanya
Enstituta Kurdî - Bruksel
MŞD (Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat)
YMK (Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê)
YES (Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê)
Kurdisch Gemeinde Brandenburg - Berlîn
Dachverband der Êzidischen Frauenräte
DKF (Deutsch-kurdisches Forum) e.V Dresden
Kongreya Gel a Mezopotamya
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê
Kurdistan human rights Association"