Dayikên Aştiyê serdana Gergerlîoglû kirin
Dayikên Aştiyê ji bo piştgiriyê serdana Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP'î kirin, ku wekîltiya wî hatiye desteserkirin.
Dayikên Aştiyê ji bo piştgiriyê serdana Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP'î kirin, ku wekîltiya wî hatiye desteserkirin.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Farûk Gergerlîoglû çalakiya xwe ya "Nobeda Edaletê" di roja 13'an de dewam dike. Çalakiya nobedê li Navenda Giştî ya Partiyê dewam dike û rojane gelek kes serdana Gergerlîoglû dike.
Dayikên Aştiyê yên li Enqereyê jî serdana Gergerlîoglû kirin. Ji Dayikên Aştiyê Munîbe Koç got, "Gergerlîoglû îradeya me ye" û wiha dewam kir, "Dema ku hûn serê sibehê bi wî rengî hatin destgîrkirin, ji min hebû ku ew Meclîs hilweşiya. Orhan Dogan, Leyla Zana hatin bîra min. Înşaleh edalet wê bi cih bê. Em her tim daxwaza edaletê dikin. Hûn li meclîsê jî bin ne li meclîsê jî bin hûn îradeya me ne, wekîlê me ne."
Gergerlîoglû jî got, "Gel ez hilbijart, min jî berxwedan hilbijart. Vê ji bîr dikin; em 40, 50 kes nînin. Li pişt me herî kêm dengê 7 milyon mirovî heye."
Serdanên ji bo Nobeda Edaletê dewam dikin.