ROJEVA 30'Ê ADARA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Li Elmanyayê, 71 parlamenterên Meclîsa Eyaletê ya Hambûrgê deklarasyoneke hevpar weşandin û ragihandin ku ew bi HDP'ê re ne.
Ji nivîskarên polîsiye yê naskirî yê Elmanyayê Heînz Jurgen Schneîder xwest, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hikumeta Elman a Federal bikeve nava liv û tevgerê.
Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can diyar kir, bi girtina HDP'ê dixwazin meyla demokrasiyê tasfiye bikin, lê ev yek hewldaneke pûç û vala ye, ji ber ku piştgiriya ji bo HDP'ê zêdetir bûye.
Li gelek welatên Efrîkayê ku pirsgirêka avê roj bi roj mezin dibe, salên dawî projeyên ji bo paqijkirina ava deryayê zêde bûne.
Rojnamevan Wassîm Nasr bi bîr xist ku li Mozambîkê bajarek ji aliyê çeteyên alîgirê DAÎŞ'ê ve hatiye dagirkirin û got, parzemîna Efrîkayê bûye navenda nû ya DAÎŞ'ê.