Ozturk: Daxuyanî wê rê li ber pêvajoyê veke
Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk banga Rêber Apo ya nû nirxand û anî ziman ku bang wê rê li ber pêvajoyê veke û gelekî girîng e.
Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk banga Rêber Apo ya nû nirxand û anî ziman ku bang wê rê li ber pêvajoyê veke û gelekî girîng e.
Banga Rêber Apo ya nû ya bidîmen di nava raya giştî de bandoreke mezin ava kir. Rêber Apo piştî 27 salan ji Girtîgeha Îmraliyê bang li Tevgera Azadiya Kurdan, gelê Kurd û gelan kir û anî ziman ku serdema nû wê bibe serdema siyaseta demokratîk.
Pêvajoya ku piştî banga Rêber Apo ya dîrokî ya 27’ê Sibatê dest pê kiriye, li gel banga Rêber Apo ya nû ya 9’ê Tîrmehê kete serdemeke nû. Rêber Apo di banga xwe ya bidîmen de diyar kir ku siyaseta demokratîk wê bibe terzê serdema nû û da zanîn ku têkoşîna çekdarî bi dawî bûye.
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Hakan Ozturk diyar kir ku banga Rêber Apo ya nû ji bo pêvajoyê gelekî girîng e û têkildarî banga nû ji ANF’ê re axivî.
‘DAXUYANÎ JI BO PÊVAJOYÊ GELEKÎ GIRÎNG E’
Ozturk di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku banga nû ji bo pêvajoyê gelekî girîng e û got: ‘’Weke encama hemû geşedanên rû dane Abdullah Ocalan bangeke nû kir. Ew jî encameke mantiqî ya prensîb û nêzîkatiyên beriya niha ne. Ji ber wê yekê tîne ziman ku êdî heya astekê meseleya Kurdan tê nîqaşkirin, hatiye qebûlkirin, hebûna gelê Kurd hatiye qebûlkirin, rewşa naskirina hebûnê li ber çavan e û girêdayî van yekan diyar dike ku divê êdî li şûna têkoşîna çekdarî siyaseta demokratîk û qonaxa hiqûqî were ercîhkirin. Ji ber wê jî hinekî jî ji bo lezandina rewşê qala pêvgavêv pratîk, şênbertir û girîng dike. Ev yek jî gelekî normal in ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn her roj geşedanên nû rû didin, li van deran ji bo ku bandoreke erênî li pêvajoyan bike, avêtina pêngavên pratîktir gelekî girîng e.’’
‘GIRÎNGIYA BERNAME Û STRATEJIYÊ DUBARE NÎŞAN DIDE’
Hakan Ozturk diyar kir ku li gel bangê dubare girîngiya stretejî û bernameyê hatiye destnîşankirin û got ku ev yek rewşeke erênî ye.
Ozturk wiha pêde çû: ‘’Li vir diyar dike ku bêyî zehmetiyan divê her du alî jî pêngavan biavêjin, girêdayî vê yekêjî balê dikşîne ser girîngiya komîsyonê jî. Tîne ziman ku divê pêvajoya hiqûqî bikeve meriyetê. Têkoşîna ji niha û pê ve jî bi vê yekê ve girê dide. Diêje ku divê bernameya aşitî û civaka demokratîk were sepandin, stratejiyeke siyaseta demokratîk were sepandin û hiqûqa xwedispêre her kesî bikeve meriyetê.
Dema ku ez li vir nêzîkatiya Ocalan dinirxînim, rêbazeke ku min beriya niha jî anîbû ziman bi awayekî balkêş dubare xwe nîşan dide. Ew jî bername û stratejî ne. Girêdayî vê yekê analîzekê dike, hin armancan tîne ziman, bernameyekê pêşkêş dike ku ev yek gelekî girîng in. Girêdayî şert û mercên ku ev yek bi awayekî diyar ji rojevê ketîne, ez di wê baweriyê de me ku pêşxistina bername û stratejiyê gelekî baş e. Em dikarin bibêjin ku dubare bal kişandiye ser serdeme nû.’’
‘SIYASETA DEMOKRATÎK YA TEVGERA KURD WÊ BI HÊZTIR BE’
Ozturk di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku siyaseta demokratîk ya di daxuyaniyê de ji bo tevgera Kurd ne têgeheke biyanî ye lê belê ji niha û pê ve girîngtir e û got: ‘’Siyaseta demokratîk dikare çawa pêşbikeve? Tevgera Kurd ne tevgereke yekalî ye, di hemû qonaxan de serî li rêya siyaseta demokratîk û rêya hiqûqê da. Jixwe serî li hemû rêyên diyalog û hevdîtinên aşitiyane dabû. Ez vê yekê bi awayekî eşkere tînim ziman ku ne biyaniyê vê yekê ne û di vê mijarê de tecrûbe hene. Wê hewl bide ku egerên vê yekê bi cih bîne. Lê belê wê avantaja ji niha û pê ve çi be? Tevgera Kurd kengî berê xwe dida rêya siyaseta demokratîk, hiqûq û aşitiyê tim hincetek dihat nîşandan û jêre astengiyek dihat peydakirin. Hemû caran hin derdiketin û dengê xwe bilind dikirin û dibûn asteng. Lê belê ji niha û pê ve li gel vê serdema nû êdî nikarin serî li rê û hincetên wisa bidin. Ji ber vê yekê ez di wê baweriyê de me ku Tevgera Kurd wê bi siyaseta demokratîk û têkoşîna hiqûqê bihêztir bike û wê bi rehetî mezintir bike. Ji ber wê yekê ez geşbîn im.’’