Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin biçin Îmraliyê û muwekîlê xwe bibînin, serî li dozgeriyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin biçin Îmraliyê û muwekîlê xwe bibînin, serî li dozgeriyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Raziye Ozturk, Nevroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Îbrahîm Bîlmez, ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji 14'ê Adarê û vir ve malbat, parêzer û wasiyê Ocalan bi daxwaza "hevdîtina bi lezgînî" 10 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Edaletê dan. Her wiha 2 caran jî serî li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan.
Rêberê Gelê Kurd di 25'ê Adarê de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî bû. Mehmet Ocalan ragihandibû ku telefon nîvco mabû û hatibû qutkirin. Rêberê Gelê Kurd jî di vê axaftinê de nerazîbûn nîşan dabû û gotibû, "Dewlet şaşitiyê dike."