HDP'ê li dijî hikûmeta Elman helwest nîşan da

Hevserokên HDP'ê name ji Wezareta Karê Derve ya Elman re şandin û gotin, ''Em gotinên ku HDP'ê krîmînalîze dikin, red dikin.''

HDP'ê li dijî daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Elman a têkilî doza girtina HDP'ê helwest nîşan dan.

Hevseroka Pervîn Buldan û Mîthat Sancar li dijî daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Elman ku gotibû, ''Em hêvî dikin ku HDP sînorekî beloq di navbeyna xwe û PKK'ê de deyne, ku PKK di nav lîsteya terorê ya YE'yê de ye.''

Buldan û Sancar têkilî mijarê nameyek ji Wezîrê Karê Derve yê Elman Heîko Maas re şandin.

Di nameyê de li dijî gotina, ''Divê HDP xwe ji PKK'ê vede'' ku dewleta Tirk pirî caran ji bo ku HDP'ê krîmînalîze bike, bi kar aniye, li dijî Wezareta Karê Derve a Elman helwest nîşan da û hate gotin ev gotin di serî de rêxistiniya syiasî û azadiya derbirînê, li nirxên Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewroapyê naye.

Di nameyê de hate gotin berê HEP, DEP, OZDEP, HADEP, DTP jî bi eynî sedeman hatin girtin lê DMME'yê derheqê van hemû partiyan de li gorî xala 11'an a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê, biryar li ser da ku Tirkiye maf binpê kirine.

Di nameyê de her wiha ji Wezareta Elman hate xwestin ku agahiyên berbiçav û hiqûqî bidin wan ku pê ev daxuyanî dane.

Di nameyê de her wiha hate diyakirin nayê qebûlkirin ku nêzîkatiyeke wiha li HDP'ê were kirin.

Hevserokan biryaren DMME'yê, Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê, Parlmentoya Ewropayê, rapora Komîsyoan Venedîkê bi bîr xistin û gotin tawanbarkirinên li ser HDP'ê û gavên zextê bi temamî bêbingeh in.