Serdegirtina li dijî TÛHAD-FED’ê: Herî kêm 11 kes hatin destgîrkirin
Leşkeran girtin malên endamên Şaxa TÛHAD-FED’ê de ya li Çûkûrovayê. Herî kêm 11 kes hatin destgîrkirin.
Leşkeran girtin malên endamên Şaxa TÛHAD-FED’ê de ya li Çûkûrovayê. Herî kêm 11 kes hatin destgîrkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Entalyayê li dijî TÛHAD-FED’ê lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de leşkeran girtin ser malên li taxên Akdenîza Mêrsînê. Di serdegirtinan de 9 kes hatin destgîrkirin.
Kesên hatin destgîrkirin birin Fermandariya Jendirmeyan a Akdenîzê. Ev kes bi hinceta ku pere ji girtiyan re şandine hatinde destgîrkirin û wê wan bibin Entalyayê.
Hate diyarkirin ku rêveberên berê yên TÛHAD-FED’ê Çûkûrovayê Celal Yel, Hasan Vadî, Alî Bîlen, Kadrî Ezen, Nermîn Aktûg, Diyar Tûrgût, Eylem Tûrgût, Serhat Tûrgût û Yener Aydin hatine destgîrkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de li Entalyayê jî polîsan girtin ser malan. Di vê serdegirtinê de Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Songul Şarkli û Selma Yavûz hatin destgîrkirin.