Sancar: Em ê HDP’ê mezintir bikin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand ser qirkirina siyasî û got, “Em ê HDP’ê mezintir bikin.” Sancar diyar kir ku heta edalet û demokrasî pêk neyê ew ê aştî jî pêk neyê.

HDP'ê bi sedema salvegera duyemîn a hilbijartina herêmî ya di 31’ê Adara 2019’an de li Mêrdînê bi navê ‘Edalet ji bo îradeya gelan’ forûmek lidarxist.

Parlementerên bajarên Kurdan, hevşaredarên ku peywira wan hatine desteserkirin, endamên meclîsên şaredariyan , rêveberên HDP û DBP’ê, nûnerên saziyên sivîl û gel tevlî forûmê bûn.

Forûm li eywana konferansê ya otelekê pêk hat.

TURK: DIXWAZIN SIYASETA KURDAN BIQEDÎNIN

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk yê ku peywira wî hatibû desteserkirin got, “Em xwedî feraseta siyaseteke wisa ne, ne bi tenê ji bo azadiya Kurdan, têkoşîna me ji bo azadiya hemû gelan e. Yên ku ev tişt nayê hesabê wan, dixwazin siyaseta Kurdan biqedînin. Herî dawîn ji bo girtina partiya me doz hate vekirin. Em ji bo edaletê hewl didin lê em hemû dizanin ku dema takekes edaletê dixwazin ev ne bes e. Divê di warê civakî de jî em xwe rêxistin bikin û ji bo edaletê têkevin rê. Li hemberî kesên ku dixwazin me tune bikin divê em gelê Kurd, kesên bawerî bi demokrasiyê tînin û kesên xwedî wijdan li dijî vê siyasetê em helwesta xwe diyar bikin. Berê jî gelek caran partiyên me hatin girtin lê gelê Kurd, kedkar, sosyalîst û demokratên ku bawerî bi demokrasiyê tînin ji bo pêşerojê têkoşiyan. Heke îro dîsa hilbijartinek pêk were, wê dengê me ji sedî 13’an zêdetir be.

SANCAR: PIŞTÎ TÊKÇÛNA GIRAN ÊRÎŞÊN XWE ZÊDE KIRIN

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî diyar kir ku ev êrîşên tên kirin ne bi tenê li ser HDP’ê ye û got, “Ji ser HDP’ê re dixwazin îradeya gelê Kurd tune bikin. Li Tirkiyeyê li ser navê demokrasî û dewleta hiqûqê çi mabe, dixwazin tune bikin. Ji ber vê jî me di nav xwe de diyar kir ku, em bi tenê di nav xwe de nîqaş bikin wê têr neke. Me xwest em nîqaşên xwe ji vê derê, ji herêmê, ji bajarên Kurdan, ji nûnertiyên li vir em bidin destpêkirin. Em civîna pêşîn jî li Mêrdînê dikin. 2 sal berê di 31’ê Adarê de hilbijartinên herêmî pêk hat, desthilatdarî di vê hilbijartinê de têk çû. Aktora herî sereke ya vê têkçûnê jî HDP bû. Her kes dizane ku stratejiya me ya HDP’ê, bi awayekî xurt îradeya gelê Kurd derxist holê û ji hêzên demokrasiyê re qadek vekir. Hedefa me ev bû, em gihiştin hedefa xwe.”

DOZA GIRTINÊ

Sancar diyar kir ku ew dizanin îddîanameya doza girtina HDP’ê li ku derê hatiye avakirin û got “Ev îddîaname li avahiya Serdozgeriya Komarê ya Saziya Darizandinê nehate amadekirin. Ev îddîaname li navenda giştî ya hevkarê biçûk a desthilatdariyê hate amadekirin û li qesrê teşeya wê ya dawîn çêkirin. Dema mirov îddînamayê dixwîne dibîne ku tê de gelek tiştên beredayî û berevajî hene. Di îddîanameyê de tu delîl tune. Axaftinên me xistine wê derê û me sûcdar dikin. Bersiva me ji van sûcdariyan re heye. Bersiva herî xurt jî li qadên Newrozê hate dayîn. Gelê me peyameke xweş da.

BERIYA AŞTIYÊ DEMOKRASÎ Û EDALET HEWCE YE

Rêya me azadî ye, demokrasî ye û edalet e. Derbarê hedefên vê rêyê tu gumanên me tune. Em ê HDP’ê biparêzin û mezintir bikin. Em ê tarza hilberandina siyasetê bidomînin ya ku hevsengên siyasî yên vî welatî ava dike. Dawiya dawîn  wê sindoq werin danîn, çi hilbijartina pêşwext çi jî ya di dema xwe de. Daxwaza me hilbijartina pêşwext e. Hilbijartin kîngê pêk were em ê hêza xwe ya bandora li ser hevsengên siyasî bi kar bînin. Armanca me bandora li ser hevsengên siyasî ye û karibin wan diyar bikin. Armancên sereke li ber me ne. Em ê bi gelê xwe, hêzên demokrasiyê, hemû kesên xwedî wijdan bişêwirin. Operasyona girtina HDP’ê ne bi tenê pêngaveke li dijî HDP’ê ye. Ew ê qedera demokrasî, azadî, aştî û ya gelan diyar bike.”

‘WÊ BIÇIN SERGOYÊ DÎROKÊ’

Sancar diyar kir ku qeyyûm ên ku şaredariyên HDP’e desteser kirine, ne pêleke nû ne û got “Du aliyên meseleya qeyyûm heye. Yek şikandina îradeya gelê Kurd yan din jî ev e ku gelê Kurd neke kirdeyeke siyasî. Doza girtinê û operasyonên berê bi heman mantiqî tê kirin. Dixwazin gelê Kurd di qeder û pêşeroja vî welatî de nebin xwedî gotin. Em dizanin dijminatiya li hemberî Kurdan li vî welatî dijminatiya li hemberî demokrasî û azadiyê ye. Di doza Kurdan de yên şîddet û zilm ji xwe re kirin esas, îro li ser sergoya dîrokê ne.”