Ji Cotmeha 2024’an vir ve 15 şaredarên CHP’ê hatine girtin ku di nav wan de Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî heye. Wezareta Karên Navxweyî ji bo du şaredariyan qeyûm tayîn kir. Endamên meclîsa CHP’ê li 10 şaredariyan wekîl hilbijartin û şaredariyek jî derbasî AKP’ê bû.
Hevserokê Giştî ya DEM Partiyê Tuncay Bakirhan, van operasyonan bi tundî rexne kir û diyar kir ku li şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin, gendelî û diziyên mezin hene.
Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temelli, anî ziman ku operasyonên ku ji 19’ê Adarê ve berdewam dikin, di nava gel de fikar û bêhîvîtî çêkiriye. Temellî, diyar kir ku hêviyên ji bo aştiyê, ku di 1’ê Cotmehê de dest pê kirin û bi daxuyaniyên Rêber Apo ên di 27’ê Sibatê de xurt bûn, bi van operasyonan hewl tê dayîn bê sabotekirin.
Temellî, diyar kir ku ev pêvajo bêyî demokratîkbûnê nikare bi awayekî saxlem bimeşe û anî ziman ku desthilatdarî meseleyê bi "terorîzm" û "çekberdanê" ve sînordar kiriye û got ev nêzîkatî pirsgirêkek siyasî ya cidî afirandiye. Temellî, destnîşan kir ku DEM Partî ji destpêkê ve helwestek zelal li ser vê mijarê girtiye û banga hişyariyê li desthilatdariyê kir.
Sezaî Temellî, anî ziman ku têkoşîna çekdarî bi dawî bûye, lê têkoşîna ji bo çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd berdewam dike û destnîşan kir ku gava yekem a ber bi çareseriyê ve daraziyeke serbixwe, bidawîanîna girtina siyasî û rakirina sîstema qeyûman e.
Sezaî Temellî, destnîşan kir ku ku di operasyonên li dijî şarediyên CHP’ê de "Lihevkirinên Bajêr" û HDK’ê wekî hêmanên sûc hatine nîşandan û got ku ev yek nayê qebûlkirin. Temellî, da xuyakirin ku operasyon di bin navê gendeliyê de hatine kirin û got ku lê delîlên şênber û cidî tune ne.