71 parlamenterên Meclîsa Hambûrgê piştgirî dan HDP'ê

Li Elmanyayê, 71 parlamenterên Meclîsa Eyaletê ya Hambûrgê deklarasyoneke hevpar weşandin û ragihandin ku ew bi HDP'ê re ne.

71 parlamenterên ji 4 partiyên li Meclîsa Eyaletê ya Hembûrgê koma xwe hene, bi sernavê "Divê Tirkiye ji vekişîna ji Peymana Stenbolê vegere, cihê parlamenteran parlament e; ne girtîgeh e" deklerasyonek weşandin.

Deklarasyon bi pêşengiya ji Koma Meclîsê ya Partiya Keskan Mîrîan Block, ji Koma Meclîsê ya Partiya Çep Cansû Ozdemîr û ji Koma Meclîsê ya SPD'ê Alî Şîşmeşk hate amadekirin. Di deklarasyonê de hate destnîşankirin ku ew bi HDP'ê û hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê re ne.

Parlamenterên Elman bi bîr xistin ku Tirkiye bi biryarnameyeke Serokkomarê Tirk Erdogan ji Peymana Konseya Ewropayê ku weke Peymana Stenbolê tê naskirin vekişiya ye û gotin, "Sala 2011'an bi yekdengiya li parlamentê ev peyman hate qebûlkirin. Vekişîna ji vê peymanê tê wateya nenaskirina biryara parlamentê."

Di deklerasyonê de hate ragihandin ku wekîltiya Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû hate betalkirin, piştre hate destgîrkirin û li duyemîn partiya herî mezin a muxalefetê li HDP'ê doza girtinê hate dstpêkirin û ev bang hate kirin:

"Bi navê wekîlên eyaleta Hambûrgê em piştgiriyê didin tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê. Em dixwazin ku Tirkiye li Peymana Stenbolê vegere û vê peymanê bi xurtî bi cih bîne. Doza girtinê ya ku li dijî HDP'ê hatiye destpêkirin, em bi tundî şermezarkirin. Em dixwazin ev doza li dijî HDP'ê tavilê bê betalkirin û yên ku ji ber sedemên siyasî hatine girtin tavilê bên berdan.

Van parlamenteran mohra xwe danîn binê deklarasyonê:

Ji Koma Meclîsê ya Partiya Keskan; Maryam Blumenthal Eva Botzenhart Filiz Demirel Rosa Domm Sina Demirhan, Olaf Duge, Mareike Engels, Alske Freter, Gerrit Fuß, Michael Gwosdz, René Gögge, Britta Herrmann, Sina Imhof, Jennifer Jasberg, Linus Jünemann, Lisa Kern, Dominik Lorenzen, Andrea Nunne, Christa Möller, Farid Müller, Ivy May Müller, Johannes Müller, Lisa Maria Otte, Dr. Miriam Putz, Dennis Paustian-Döschner, Ulrike Sparr, Dr. Till Steffen, Dr. Gudrun Schittek, Yusuf Uzundag, Lena Zagst, Peter Zamory.

Ji Koma Meclîsê ya Partiya Çep; Sabine Boeddinghaus, Heike Sudmann, David Stoop Deniz Celik, Dr. Carola Ensslen, Dr. Stephanie Rose, Insa Tietjen, Mehmet Yildiz, Metin Kaya, Norbert Hackbusch, Olga Fritzsche, Stephan Jersch.

Ji Koma Meclîsê ya SPD'ê; Dirk Kienscherf, Ole Thorben Buschhüter, Danial Ilkhanipour, Sami Mousa, Dr. Christel Oldenburg, Arne Platzbecker, Frank Schmitt, Dr. Tim Stoberock, Dr. Isabella Vertes-Schütter, Dagmar Wiedemann, Ekkehard Wysocki, Claudia Loss, Vanessa Mohnke, Clarissa Herbst, Anje Quast, Astrid Hennies, Lars Pochnicht, Philine Sturzenbecher, Kazim Abaci, Iftikar Malik,

Ji Koma Meclîsê ya Partiya CDU; Dennis Thering, Dennis Gladiator, Dr. Anke Frieling, Birgit Stöver, Andreas Grutzeck.