ROJEVA 31'Ê ADARA 2021'Ê
Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Nobeda Azadiyê ya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 9 sal in dewam dike. Nobedarên vê hefteyê jî Kurdên li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê ne.
Gundiyên Dîbîsê: Dewleta Tirk hem xaka me dagir dike, hem jî ji bo me koçber bike her roj êrişî me dike.
Parlamenterê HDP'ê Koç destnîşan kir ku bi tecrîdê re Destûra Bingehîn tê binpêkirin û bang li hikumeta AKP-MHP'ê kir ku li gorî destûra bingehîn û qanûnan tevbigere.
Li Konferansa Sûriyeyê ya Brukselê, ku gelek welat tevlî dibin, li hev hate kirin ku ji bo penaberên Sûriyeyî 6.4 milyar dolar alîkariya mirovî bê dayin. Hate ragihandin ku ev hejmar gelekî kêmî rêjeya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye diyarkirin.
Li gorî lêkolîneke saziya bi navê Advancing Earth and Space Science, ji ber germahiya global rojên havînê zêde bûne.