Ji ber binavbûna keştiyê 2 zarokên koçber jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin, ku keştiyek 20 koçberên Sûriyeyî tê de bûn binav bû û 16 kes hatin rizgarkirin, lê cenazeyê 2 zarokan hatin dîtin. Tê gotin ku agahî ji 2 kesên din jî nayê wergirtin.

Koçberên ku ji perava taxa Bîtez a Bodrûmê xwestin derbasî Yewnanîstanê bibin, ji ber bê keştiya ew tê de bûn binav bû.

Li gorî agahiyên destpêkê di vê keştiyê de 20 koçberên Sûriyeyî hebûn û ji van 16 kes hatin rizgarkirin, lê belê cesedê 2 zarokan hatin dîtin. Agahî ji 2 kesên winda jî nayê girtin.

Cenazeyê her du zarokan rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bodrûmê. Der barê nasnameyên zarokên jiyana xwe ji dest dane de heta niha ti daxuyanî nehatiye dayîn.