Li Stûttgartê mêrên endamê Federasyona Karkerên Koçber li Elmanyayê (AGÎF), di 26'ê Mijdarê de li meydaan Schlossplatz (Kobanê), di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê de çalakiya "Eger mêrantî şîdeta li dijî jinê be, em vê mêrantiyê red dikin!" lidar xistin.
Mêrên sosyalîst di çalakiyê de afîşên bi mora AGÎF'ê yên bi zimanê Elmanî nivîsandî: "Eger mêrantî şîdeta li dijî jinê be, em vê mêrantiyê red dikin!" hilgirtin.
Di çalakiyê de daxuyaniyek bi îmzeya mêrên endamê Konfederasyona Koçeran a Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) hat xwendin.
Di dema çalakiyê de zilamên Elman ên li derdorê ji ber çalakiyê matmayî man, lê jinên Elman bi gotina 'gelekî baş e', 'hûn karekî gelekî baş dikin' çalakî bi awayekî erênî pêşwazî kirin.