Parvekirina Berkîn weke 'sûcê şermê' hat dîtin û wezîfe lê hat qedexekirin
MEB'ê biryar da ku mamoste Hatîce ya ku di hesabê xwe yê facebookê de Berkîn Elvan parve kir, 'sûcê cihê şermê' kiriye û wezîfeya wê lê qedexe kir.
MEB'ê biryar da ku mamoste Hatîce ya ku di hesabê xwe yê facebookê de Berkîn Elvan parve kir, 'sûcê cihê şermê' kiriye û wezîfeya wê lê qedexe kir.
MEB'ê biryar da ku mamoste Hatîce ya ku di hesabê xwe yê facebookê de Berkîn Elvan parve kir, 'sûcê cihê şermê' kiriye û wezîfeya wê lê qedexe kir. Mamoste Hatîce ku bi awayekî devkî ji Desteya Dîsîplînê ya Bilind ev biryar bihîst, xwe amade dike li dijî biryarê derkeve.
Piştî kuştina Mehmet Selîm Kîraz li Edliya Çaglayanê, hin hevalên mamoste Hatîce Dagli yên ji pola Fakulteya Îlahiyatê, di medya civakî de der barê Berkîn Elvan de peyamên "Xwezî tu bijiya me te bi destê xwe bikuşta", "terorîst", "Bi taybetî bila zarokên li rojhilat bên kuştin ku nebin terorîst" parve kiribûn. Hatîce Dagli jî ku li Lîseyeke Mêrdînê mamosteya Çanda Olî û Exlaqê ye, nerazîbûn nîşanî van parvekirinan dabû.
Dagli ev peyamên hatibûn parvekirin rexne kiribû û wê jî peyama "Lenet lê bê, yên ku zarokên tên kuştin weke terorîst bi nav dikin" parve kiribû.
Ev peyama Dagli ji Wezareta Perwerdeyê ya Millî (MEB) re hatibû şandin û bi fermana Wezîrê Perwerdeya Millî Nabî Avci re, der barê Dagli de lêpirsîna edlî û îdarî hatibû destpêkirin.
'JI LÊPIRSÎNA EDLÎ BERAET KIR'
Dagli ku piştî lêpirsînê wezîfeya wê hat sekinandin, di 6'ê Gulana 2015'an de li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ji sûcdariya 'propaganda rêxistina terorê' hat darizandin û ji lêpirsîna edlî beraet kiribû. Lê belê heman piştî vê biryara dadgehê nehişti ku Dagli dest bi wezîfeya xwe bike û biryar hat dayîn ku di 2'ê Tîrmehê de wezîfeya wê radestî wê bê kirin.
'SÛCÊ ŞERMÊ'
Di dema ku lêpirsîna edlî dewam dikir de Dagli di meha Îlonê de li Desteya Dîsîplîna Bilind a MEB'ê îfade da. Vê desteyê jî di civîna xwe ya meha Cotmehê de der heqê Dagli de ev biryar da: "Ji ber ku Berkîn Elvan parast, 'sûcê şermê' kiriye. Di heman demê de ji ber ku 'endama rêxistina terorê ye' di cih de ye ku karmendiya wê lê bê qedexekirin."
Hatîce Dagli ev biryar ji ANF'ê re nirxand û anî ziman ku teblîgat hînê negihaştiye ber destê wê, bi devkî jê re hatiye ragihandin û ew ê îtirazî biryarê bike.
Dagli ragihand ku bi vê biryarê re biryara dadgehê nehatiye naskirin û got, "Ji min re gotin, bûyer 'cihê şermê ye'. Tu bi vî rengî xwendekaran perwerde neke. Kesên Berkîn Elvan biparêzin, li gorî wan 'endamên rêxistina terorê' ne. Ji ber ku min jî parast, li gorî wan ez jî 'endama rêxistina terorê' me. Min Berkîn weke mirovek, weke zarokekî dît. Li welêt bi mîlyonan mirov bi vî rengî dibîne."
Dagli diyar kir ku ew bi kêfxweşî mamostetiyê dike û got, "Ez ê heta dawiyê li mafê xwe bigerim. Ez gelekî ji xwendekarên xwe dikim. Herî zêde jî li ber dikevim, ku ji wan dûr im."