Li Geverê veguhastina leşkerî

Li Geverê gelek leşker û wesayîtên zirxî sewqî Fermandariya Tugayê ya Geverê hat kirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê gelek leşker û wesayîtên zirxî ji Qereqola Mêçîcanê sewqî Fermandariya Tugayê ya Geverê hatin kirin. 

Ji ber vê veguhastina wesayîtên zirxî, rêya li navenda sûkê li trafîkê hat girtin. Wesayîtên zirxî yên bi tîpa Kobra û panzer ên Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê jî di dema derbasbûna konvoyê de tedbîr girtin.

Di 20'ê Mijdarê de veguhastineke bi vî rengî hatibû kirin û êvara heman rojê derketina derve hatibû qedexekirin. Di êrîşên hêzên dewletê yên qedexeya derketina derve de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.