Dewletê, leşker û polîsên xwe yên di destê PKK'ê de ne ji bîr kir!

Hikûmeta AKP'ê, polîs û leşkerên 4 meh in di destê PKK'ê de ne ji bîr kir. Parêzvanên mafên mirovan xwestin agirbestek zexmkirî bê ragihandin û Mutabaqata Dolmabahçeyê bi cih were anîn.

Hikûmeta AKP'ê, polîs û leşkerên 4 meh in di destê PKK'ê de ne ji bîr kir. Parêzvanên mafên mirovan xwestin agirbestek zexmkirî bê ragihandin û Mutabaqata Dolmabahçeyê bi cih were anîn. Malbatan jî xwestin şer bê sekinandin. Di vê navberê de, derket holê ku AKP'ê daxwaza hevdîtinê ya malbatên van leşker û polîsan red kiriye.

Dewlet, piştî ku AKP'ê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan 'Pêvajoya Çareseriyê' dan qedandin, bi malbatên polîs û leşkerên ji aliyê PKK'ê ve hatine girtin, eleqedar nabe.

Li ser mijarê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Mazlûm-Derê, li Navenda Giştî ya ÎHD'ê civîneke hevpar a çapemeniyê lidar xistin. Di civînê de Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci, Serokê Giştî yê Mazlûm-Derê Ahmet Farûk Unsal, parlamentera CHP'ê ya Enqereyê Şenal Sarihan û malbatên polîs û leşkeran amade bûn.

6 POLÎS Û LEŞKERÊN HATIN GIRTIN

Di civînê de hat ragihandin ku polîs Vedat Kaya yê di 24'ê Tîrmehê de li rêya bejahî ya Amed-Çewlikê hat gritin, polîs Sedat Yabalak ê di 28'ê Tîrmehê de li rêya bejahî ya Amed-Çewlikê hat girtin, leşker Sedat Sorgûn ê di 13'ê Tebaxê de li ser rêya Amed-Liceyê hat girtin, efser Semîh Ozbey ê di 18'ê Îlonê de li ser rêya Dêrsim-Erzînganê hat girtin, leşker Muslîm Altûntaş û Adîl Kavak ên di 2'ê Cotmehê de li ser rêya Dêrsim-Pulumurê hatin girtin, hînê serbest nehatine berdan.

DAXWAZA AGIRBESTA ZEXMKIRÎ Û BICIHANÎNA MUTABAQATA DOLMABAHÇEYÊ

Turkdogan di daxuyaniya xwe ya li vir de ragihand ku ji bo serbestberdana leşker û polîsên hatine girtin, "agirbesteke zexmkirî" şert e û xwest Tirkiye tavilê li Mutabaqata Dolmabahçeyê vegere. Turkdogan got, "Pêwîste dewlet dest ji pêla girtin û binçavkirina siyasetmedarên Kurd berde û bi vî rengî îtibara saziya siyasetê têk nebe."

Turkdogan bibîr xist ku hikûmet ji ewlekariya welatiyên xwe berpirsyar e û xwest, ji bo serbestberdana van kesan, ya pêwîst bê kirin.

Serokê Giştî yê Mazlûm-Derê Unsal jî diyar kir ku divê 'Pêvajoya Çareseriyê' tavilê ji nû ve destpê bike û şer bi dawî bibe.

MALBAT: BILA ŞER BISEKINE

Bavê efser Semîh Ozbey Gursel Ozbey, bavê polîs Muslum Altintaş Şevket Altintaş û hevsera polîs Sedat Yabalak Bûrcû Yabalak jî xwestin şer bi dawî bibe û xizmên wan tavilê serbest werin berdan. Malbatan her wiha xemsariya çapemeniyê ya li pêşberî rewşa wan rexne kirin û anîn ziman ku çapemenî wan tine dihesibîne.

AKP'Ê DAXWAZA HEVDÎTINÊ YA MALBATAN RED KIR

Parêzvanên mafê mirovan û malbatan piştî civînê ji bo hevdîtina bi komên HDP û CHP'ê re çû meclîsê. Hat ragihandin ku malbatan xwestine bi koma AKP'ê re jî hevdîtinê bike, lê belê daxwaza wan hatiye redkirin.