Li PE tedbîrên li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê hatin nîqaşkirin

Di rûniştina îro ya li Parlamenta Ewropayê (PE) de, ku rayedarên payebilind ên Yekîtiya Ewropayê jî lê amade bûn, bingeha qanûnî ya tedbîrên li dijî terorîzma cîhadîst a global hat nirxandin.

Di rûniştina îro ya li Parlamenta Ewropayê (PE) de, ku rayedarên payebilind ên Yekîtiya Ewropayê jî lê amade bûn, bingeha qanûnî ya tedbîrên li dijî terorîzma cîhadîst a global hat nirxandin.

Di rûniştina giştî de, desteka Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatar a ji bo DAIŞ'ê jî hatin nîqaşkirin û hin endamên PE diyar kirin ku divê Kurd li dijî DAIŞ'ê werin destekkirin.

Endamên Parlametna Ewropayê her wiha rapora Wezîra berê ya Edaletê ya Fransayê Rachda Datî ya bi serenavê 'Rapora însiyatîfa pêşîgirtina li radîkalbûyîn û peydakirina endaman' nîqaş kirin û erê kirin.

Meylên siyasî yên li Ewropayê, rêxisitnbûyînên DAIŞ-El Qaîde-Boko Haram ên mîna wan weke 'cîhadîstên olperest ên tund, 'terorîstên olperest ên tund' pênase dikin.

JÛNCKER: YE BÊYÎ SCHENGENÊ NABE

Serokê Komîsyona Desteya Îcrayê ya Yekîtiya Ewropayê Jean Claûde Jûncker bal kişand ser nîqaşên 'Schengen qediya' û got, "Schengen wê bi tenê were pêşvebirin û pêkanîna wê mîna xwe bidome. Ji xwe YE bêyî Schengenê nabe."

Serokê Koma Sosyalîst û Demokrat Gîannî Pîttella diyar kir ku divê destûr ji terorîstan re neyê dayîn, weke Yekîtiya Ewropa ew hîn bêhtir yekîtiya xwe biparezin û got, "Em zîhniyeta kujer a DAIŞ'ê û Îslama aştîxwaz ti carî tevlîhev nekin. Ola Îslamê pêşeroj û parçeyekî Ewropayê ye."

LABERTS: TÊKILIYA BI EREBÎSTANA SIÛDÎ Û QATARÊ RE BIBIRIN!

Serokê Koma Yekîtiya Çep a PE Gaby Zîmmer got, "Yên ku herî zêde çekan difiroşe her cihî û her kesî, dewletên Yekîtiya Ewropayê ye! Êdî dawî li vê yekê bînin."

Hevserokê Koma Keskan Phîlîpe Lambert bal kişand ser alîkarî û veguhastina çekan ên ji bo cîhadîstan û got, "Rejîma Erebîstana Siûdî rejîma herî paşverû û faşîst a cîhanê ye. Niha yê ku li ser rûyê erdê mejiyê DAIŞ'ê bi cih tîne, ew der e. Bi rejîmên pavşerû, serî û destan jê dikin ên weke Erebîstana Siûdî û Qatarê  re têkiliyên me hene. Ev rewş nayê qebûlkirin."

WEÎDENHOLZER: DIVÊ EM DESTEKÊ BIDIN KURDAN

Endamê Koma Sosyalîst û Demokratan Josef Weîdenholzer jî got, "Di têkoşîna li hemberî DAIŞ û cîhadîstan de, pêwîste destekeke tam ji Kurdan re bê dayîn, ku ji Kobanê heta Şengalê têkoşîna herî çalak û bi bandor dimeşînin."

Berdevkê Koma Çep a PE Patrîc Le Hyareqûe got, "Girîng e desthilatdariya Tirkiyeyê pozîsyona xwe zelal bike. Duh balafireke Rûs a ku li hemberî DAIŞ'ê û yên mîna wan têdikoşiya xist xwarê. Pêwîste Kurdên Sûriyeyê yên ku bi biryardariyeke mezin li ehmberî van faşîstên Îslamîst ên paşverû têkoşîneke bi bandor dimeşînin, bi awayekÎ cidî werin destekkirin."