HDP û HDK li hember faşîzma dewletê ya li Kurdistanê li qadan e

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê û Meclîsa HDK’ê ya Stenbolê, terora dewletê ya li çar aliyên Kurdistanê li sê herêmên Stenbolê protesto kir.

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê û Meclîsa HDK’ê ya Stenbolê, terora dewletê ya li çar aliyên Kurdistanê li sê herêmên Stenbolê protesto kir. Li Qada Galatasaray a yek ji adresên protestoyan bû, daxuyanî di bin dorpêça polîsan de hat dayîn. Endamê Mirovên Aqilmend ê berê û endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Celalettîn Can ê mafê axaftinê wergirt got ku dewletê piştî Nisêbînê berê çekan daye Dêrikê.

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê û Meclîsa HDK’ê ya Stenbolê, terora dewletê ya li Nisêbîn û çar aliyên Kurdistanê li Qada Galatasaray a Taksîmê protesto kirin.

Di çalakiyê de destpêkê endamê Mirovên Aqilmend ê berê û endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Celalettîn Can ê mafê axaftinê wergirt. Can di destpêka axaftina xwe de ku got: “Dewlet û hikûmet demeke dirêj e li hember gelê Kurd şer daye destpêkirin”  diyar kir ku dewletê piştî Nisêbînê berê çekan daye Dêrikê.

Can her wiha destnîşan kir ku gelê Kurd li hember faşîzmê li ber xwe dide û bang li her kesî kir ku li rex gelê Kurd cih bigirin.

Piştî Celalettîn Can li ser navê HDP-HDK’ê Turkan Esen daxuyanî xwend.

Esen got: “Em wek Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê û Meclîsa HDK’ê ya Stenbolê li hemberî êrîş û komkujiyên pêk tên bang li gelê xwe û hêzên demokratîk dikin ku bikevin nav tevgerê û em ji raya giştî daxwaz dikin ku hestyariyeke yê xurtir nîşan bidin.”