Turk serbest hat berdan
Hevşaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk ê li Mersînê der barê wî de biryara girtinê hat dayîn, îro li edliyeyê piştî îfadeyê serbest hat berdan.
Hevşaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk ê li Mersînê der barê wî de biryara girtinê hat dayîn, îro li edliyeyê piştî îfadeyê serbest hat berdan.
Hevşaredarê Navçeya Akdenîz a Mersîn M. Fazil Turk ê der barê wî biryara girtinê hati dayîn, îro li edliyeyê bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” û “Ji rêxistinê re çavkaniyên malî peyda dike” îfade da serbest hat berdan.
Hevşaredarê Navçeya Akdenîz a Mersînê M. Fazil Turk di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de 24’ê Mijdarê ku polîsan li mala wî lêgerîn pêk anî îro çû Edliyeya Mersînê îfade da. Turk ê bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” û “Ji rêxistinê re çavkaniyên malî peyda dike” dihat sûcdarkirin, bi daxwaza girtinê sewqî 1. Dadgeriya Sulh Ceza hat kirin. Turk piştî îfadeya 8 saetan ji aliyê dadgehê ve serbest hat berdan.