Şehîdên berxwedanê yên Nisêbînê hatin oxirkirin

5 kesên ku di dorpêç û êrîşên 14 rojan de ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatin qetilkirin, bi tevlîbûna bi dehhezaran Nisêbiniyan, bi dirûşmên "PKK tolhildan" hatin oxirkirin.

5 kesên ku di dorpêç û êrîşên 14 rojan de ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatin qetilkirin, bi tevlîbûna bi dehhezaran Nisêbiniyan, bi dirûşmên "PKK tolhildan" hatin oxirkirin. Hevserokê MEYA-DER a Mêrdînê Latîf Tabar di merasîma bi heybet de axivî û got "Ne 14 roj 14 sal jî êrîş bikin wê gelê Nisêbînê li ber xwe bide."

Piştî dorpêç û qedexeya 14 rojan, gelê Nisêbînê cenazeyên zarokên xwe bi merasîmek heybet definkirin. Cenazeyê Musur Aslan (19), Şerîf Alpar (55), Nurullah Kaplan (45), Hasan Dal û Sedat Gungor di saetên serê sibehê de ji nexweşxaneyên Mêrdîn û Qoserê, bi konvoyê anîn Cihê Şînê yê li Qada Newrozê ya Taxa Devrîm. Bi anîna cenazeyan ji hemû tax, kuçe û kolanên Nisêbînê, gel bi tilîlî û dirûşman herikî Qada Newrozê. Bi dehhezaran kes, ji kuçe û kolanan ber bi cihê merasîma cenazeyan ve bi dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Kurdistan wê ji TC'yê re bibe goristan", "Tolhildan PKK" û "Bijî berxwedana Nisêbînê" meşiyan. Li vê derê, ji bo her 5 kesan merasîma cenazeyê hate lidarxistin.

DARBEST BI KESK, SOR Û ZERAN HATIN XEMILANDIN

Wecîbeyên olî yên cenazeyan, di nav dirûşman de hate kirin. Piştre darbestên 5 kesan bi kesk, sor û zeran hatin xemilandin. Parlamenterên HDP'ê Gulser Yildirim, M. Alî Aslan, Feleknas Uca, Erol Dora, Faysal Sariyildiz, Sîbel Yîgîtalp, rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û DBP'ê, şaredarên DBP'ê û gelek rêxistinên civakî jî tevlî merasîmê bûn.

'NE 14 ROJ 14 SAL BE JÎ WÊ GEL LI BER XWE BIDE'

Di merasîmê de Hevserokê MEYA-DER a Mêrdînê Latîf Tabar axaftinek kir. Tabar diyar kir ku li ber lehengî û berxwedana gelê Nisêbînê ti zordar nikarin xwe bigirin û wiha axivî: "Gelê Kurd îro li Cizîr, Gever, Nisêbîn û hemû deveran li ser piyan e. Keda van lehengan jî ti carî nayê jibîrkirin. Em îro 14 roj li hemberî dijmin rawestiyan. Dijmin bi hemû çekên xwe êrîşî me kir. Ne 14 roj, 14 meh an jî 14 sal be wê ev gel li ber xwe bide."

'XWEDÊ HÊZÊ BIDE ŞEHÎDÊN HEQÊ ME JI DEWLETÊ DIXWAZIN'

Piştre bavê Nurullah Kaplan, Abdulcelîl Kaplan jî axaftinek kir û bal kişand ser zilma li ser gelê Kurd. Kaplan, sersaxî ji bo hemû gel xwest û got "Xwedê piştgiriya kesên heq û hiqûqa me ji dewletê dixwaze bike." Axaftina Kaplan bi dirûşmên, "Şehîd namirin" hate birîn.

'BERXWEDANA NISÊBÎNÊ PÎROZ BE'

Birê Şerîf Alpar, Hüseyîn Alpar jî bi gotina, "Ez berxwedana Nisêbînê pîroz dikim" dest bi axaftina xwe kir. Alpar di axaftina xwe de balê kişand ser pêdiviya tifaqa netewî û wiha axivî: "Ez hemû kurdên bi şeref û namûs ên li çar parçeyên Kurdistanê, li çiyayann û girtîgehan li ber xwe didin, silav dikim. Bijî Serok Apo."

NISÊBÎN BÛ YEK DENG Û YEK DIL

Piştî axaftinan girseyê cenaze rakir ser milan û ber bi goristanên ku wê werin definkirin ve meşiyan. Cenazeyên Aslan, Alpar û Kaplan birin Şehîdgeha Navçeyê, cenazeyên Dal û Gungor jî birin Goristana Mohrîzê. Girseya ku ji ser Kolana 27 Mayis ber bi şehîdgehê ve meşiya, bi sedan hemwelatiyên derketin ber dikan û deriyên xwe bi çepik, tilîlî, dirûşm û lêdana darabeyan êrîşên dewletê şermezarkirin. Gel bi yek dengî demek dirêj dirûşma, "PKK tohlildan" qîr kir. Girse dema gihişt nêzî Goristana Hacilarê, ji çar aliyan ve fîşekên hewayî hatin avêtin û dirûşmên, "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hate berzkirin. Cenazeyên Aslan, Alpar û Kaplan li şehîdgehê, cenazeyên Dal û Gungor jî li Goristana Mohrîzê bi dûayan hatin definkirin.

Cenazeyê Muhammed Altunkaynak ku hatibû qetilkirin jî di 22'yê mehê de li cihê lê ji dayik bibû, li Gundikê Xêlid hatibû definkirin.