Rûsya banga ‘vegerê’ li welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê kir

Rûsya ji welatiyên xwe xwest ku neçin Tirkiyeyê û bang li yên li Tirkiyeyê jî kir ku vegerin welatê xwe.

Rûsya ji welatiyên xwe xwest ku neçin Tirkiyeyê û bang li yên li Tirkiyeyê jî kir ku vegerin welatê xwe.

Piştî xistina balafira Rûs, Wezîrê Karên yê Rûsya Sergey Lavrov bi sedema tehdîda terorê heye,  welatiyên xwe hişyar kiribû ku neçin Tirkiyeyê.

Wezareta Karên Derve ya Rûs têkildarî mijarê daxuyaniyeke nû da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji ber tehdîda terorê ya li Tirkiyeyê hebûna xwe didomîne. Em pêşniyara xwe ya ji bo welatiyên Rûs neçin Tirkiyeyê teyîd dikin. Ji ber sedemên taybet em ji welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê ne dixwazin ku vegerin Rûsya.”