Rûsya pêwendiyên xwe yên leşkerî yên bi Tirkiyeyê re sekinand
Wezareta Parastinê ya Rûsya, aşkera kir ku bi armanca îxtîmala pevçûneke li hewayê asteng bike Xeta Sor jî di nav de hemû pêwendiyên leşkerî yên bi Serfermadariyê re sekinandiye.
Wezareta Parastinê ya Rûsya, aşkera kir ku bi armanca îxtîmala pevçûneke li hewayê asteng bike Xeta Sor jî di nav de hemû pêwendiyên leşkerî yên bi Serfermadariyê re sekinandiye.
Wezareta Parastinê ya Rûsya, aşkera kir ku bi armanca îxtîmala pevçûneke li hewayê asteng bike Xeta Sor jî di nav de hemû pêwendiyên leşkerî yên bi Serfermadariyê re sekinandiye. NATO’yê diyar kir ku li hember mijara zêdekirina aloziyê ye. Wezareta Karên Derve ya ji bertek û pêşketinan aciz e, bang li Sefîrê Rûsya yê Enqereyê kir. Mimkun e Rûsya bender û qada hewayî li Tirkiyeyê bigire.
Têkildarî pêwendiyên Rûsya-Tirkiye daxuyaniyek jî ji Wezareta Parastinê ya Rûsya hat. Wezareta Parastinê ya Rûsya diyar kir ku hemû kanalên heyî yên bi Hêzên Çekdarî yên Tirk re hatine qutkirin û nûnertiya Fîloya Deryayê ya Rûsya ya çalakiyên Fîloya Derya Reş a Li Tikiyeyê koordîne dike paşde vekişandine. Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Rûs Rîa Novostî, Nûnerê Wezareta Parastinê ya Rûsya Îgor Konaşenkov got, "Îro Wezareta Parastinê ya Rûsya hemû pêwendiyên bi Hêzên Çekdar ên Tirk re qut kirine. Wê ev tenê bandorê li xeta germ (Xeta Sor) a ji bo astengkirina bûyerên li hewayê yên di pêvajoya tinekirina tesîsên binesaziyên terorê yên li Sûriyeyê bandor neke.”
Wezareta Karên Derve, nerazîbûn û xwepêşandanên li Rûsyayê yên li dijî Tirkiyeyê ku wek hincet nîşan da, bang li Sefîrê Rûsya yê li Enqereyê kir û “aciziyên” Tirkiyeyê ragihand.
Wezîrê Aborî û Peşketinê yê Rûsya Aleksey Ulyukev jî di daxuyaniya xwe de ragihand dibe ku Rûsya hatina balafir û keştiyên Tirk a bender û qadên hewayî asteng bike.
Li gel vê hat diyarkirin ku 30 TIR’ên ji Tirkiyeyê derketin rê û alav ji Rûsyayê re dibirin, li Derikê Gumrikê yê Kazbegî yê Gurcistan û deriyê ketina Verhnî Lars a Rûsya tên rawestandin.