'Li herêma balafir lê ket cîhadîst hene'

Endama Desteya Rêveber a Navendî ya SYKP’ê Civaknas Tulay Hatîmogûllari ya li Hatayê nûnertiya gelek saziyan kiriye têkildarî xistina balafira Rûs a ji aliyê Tirkiyeyê ve û polîtîkaya Sûriyeyê bersiv da pirsên ANF’ê.

Civaknas Hatîmogûllari bal kişand ku bi xistina balafira Rûsan wê di şerê wekaletê yê li Sûriye 5 salan didome de rûpelek nû vebe. Hatîmogûllari wiha got: “Li herêma Bayir Bûcak Eniya Nûsra û Ahrar el Şam ên girêdayî El Qaîde hene.” Hatîmogûllari diyar kir ku zîhniyeteke li Hatayê dixwaze cudahiyan bi hev bide şikandin heye. Hatîmogûllari wiha dewam kir: “Eger bi rastî desthilatiya li Tirkiyeyê Tirkmenan wek mirov li ber çavan digire, wê demê çi ji destên wê tê divê bike. Ji feraseteke ku Nisêbîn, Farqîn, Cizîr veguherandiye Sûriye, Afganîstan bendewariyek wiha pir zor e.”

Tê diyarkirin ku Tirkiye ji bo nehêle balafirên Rûsan çeteyan tine bike, balafir xistiye. Ev aloziya nav her du welatan bandora xwe li ser Hatayê jî dike. Hatay wek cihekî ji çeteyên cîhadîst re lojîstîk, perwerde û cihê derbasbûyinê ava dike tê lanse kirin, careke din bi vê mijarê ket rojevê. Hewl didin bajar bi polîtîkayên cudakirina rêol û nasnameyê ve rû bi rû bihêlin.

Endama Desteya Rêveber a Meclîsa SYKP’ê Civaknas Tulay Hatîmogûllari li Hatayê nûnertiya gelek saziyan kiriye, der barê xistina balafira Rûsan û polîtîkayên Sûriyeyê pirsên ANF’ê bersivand…

'DI ŞERÊ WEKALETÊ DE RÛPELEK NÛ VEDIBE!'

Piştî balafira Rûs a ji Lazkiye ku cîranê Hatayê ye rabû hat xistin, wê li Rojhilata Navîn kevir ji cihê xwe bilîzin?

Rûsya li Lazkiye bargehên leşkerî ava kir û li dijî DAIŞ’ê di operasyonan de yekser rol girt, ev li Rojhilata Navîn rewşek nû ava kir. Hêzgirtina Rûsya ne bi dilê DYA ye. Li ser vê DYA bi Tirkiyeyê re navbera xwe çêkir, neçar ma ku mîsyonek nû bide Tirkiyeyê. Tirkiye ku tevgera leşkerî ya nêzî sînorê Hatayê firsend dît, ji pêwîstiyê zêdetir wêrektî kir û balafira Rûsan xist. Jixwe em dikarin bibêjin li pey vê wêrektiyê hevpeymanên bi DYA re hene. Wê welatên Ewropa û Çîn jî tevlî vê bibin. Bi kurtahî di şerê wekaletê yê 5 salan li Sûriyeyê didome de wê rûpelek nû vebe. Welatên şerê wekaletê didin bi şêwazekî aşkeratir tevlî şer dibin.

Ji bo balafira şer a hate xistin hinceta Tirkmenan bomberdûman dike tê nîşandan. Li vê herêmê tenê Tirkmen dijîn?

Ji roja dagirkirina Sûriyeyê destpê kir, şewata şer bi her awayî Tirkiye jî bandor kir. Herî zêde jî ev tişt li ser bajarên sînor çêbûn. Pêşketinên herî dawî jî ji ber li sînorê Hatayê pêk hatin niha rageşî li vir zêde bûye. Niha jî mijara Tirkmenên Bayir Bûcak ket rojevê. Destpêkê divê em vê bînin ser ziman; Tirkmen, Ereb, Kurd, Ermenî, Suryanî, Keldanî, Elewî, Sunî, Xiristiyan her kes wekhev xwedî mafê jiyanê ne. Dema em li dîrokê jî binêrin şerên etnîk û olî şerê herî bi xwîn in. Sedema şeran ne ev cudahî bi xwe ne. Niha wek hêzên sermaye yên li Sûriye ji bo şerê heyî çawa qilifan çêdikin wek yê wan e. Qilifê herî baş jî şerê xwişk/biran e. Pêwîst e em wek gel li hember van hişyar bin.

KÎJAN RÊXISTIN LÊ HENE?

Li vê herêma ku di bin bajarê we de kî dijîn? Kîjan rêxistin lê hene?

Li herêma Bayir Bûcak Eniya Nûsra û Ahrar el Şam ên girêdayî El Qaîde hene. Tê zanîn ku li vir di bin navê Artêşa Fetîh de hin çeteyên şer ên biçûk ên bi navê cuda peyda dibin/tên peydakirin. Mînak Tûgaya Yavûz Sûltan Selîm, 2012’an li Lazkiye bi ser gundê Elewiyan de girtin, nêzî 200 Elewî qetil kirin û heman komkujiya Yavûz Selîm li heman qadê zindî kirin. 2014’an Kesep ji aliyê heman hêzan hat dagirkirin, Ermenî hatin qetilkirin. Ev lîste wiha dirêj dibe. Li vê herêmê her wiha hêzên ji aliyê Tirkiyeyê tê rêkûpêkkirin jî hene. Em dibînin ku li vê herêma bûye bargehên çeteyên cîhadîst şer dijwar dibe.

Mirov dikare bi hêsanî bandora pêşketinên li Sûriyeyê li Hatayê bibîne.. Gel bi fikar e? An jî tenê Tirkmen di bin zextê de ne?

Ev pêşketinana di serî de Elewiyên li Hatayê dijîn, her kesî dikşîne nav fikaran. Sedema herî girîng a fikaran jî ji roja dagirkirina Sûriyeyê destpê kir heta niha helwesta cudakar a AKP’ê ye. Em li welatekî polîtîkaya Sûriyeyê li ser Elewîtiya Esed ava kiriye dijîn. Di komkujiya Reyhanli ya El Qaîde li dar xist de bi ferasetek rêveberiyê ya dibêje, “53 hemwelatiyên me yên Sunî mirin’ re em rû bi rû ne. Bi vê zîhniyetê li Hatayê kesên ku xwestin pevçûna Elewî-Sunî pêş bixin çêbûn. Lê hişyarbûna gelan bi ser ket. Niha jî bi gotina, “Birayên me yên Tirkmen dimirin” qîr dikin. Jixwe li Sûriyeyê bê ku cudahiya ol, ziman, mezheb, her kes dimirin. Ji ber ku şer heye. Mesele ne meseleya Tirkmenan e. Li vir zîhniyeteke ku cudahiyên etnîk û olî tevdide heye.

'TIRKIYE NISÊBÎN VEGUHERAND SÛRIYE Û AFGANÎSTANÊ'

Tirkiye ku pirsgirêka Tirkmenên li Sûriyeyê veguherandiye ‘sedema şer’, li gelek navçeyan bi qedexeya derketina kolanan re sivîl tên qetilkirin. Hûn tiştên li wir rû didin çawa dinirxînin?

Pêwîst e tavilê aştî pêk bê. Desthilatdariya siyasî eger bi rastî wek mirov girîngiyê dide Tirkmenan ji bo aştiyê ya ji dest tê wê bike. Lê ji feraseteke ku Nisêbîn, Farqîn, Cizîr veguherandiye Sûriye û Afganîstanê zehmet e mirov li benda tiştekî wiha be. Ji AKP-Qesrê û hêzên kûr ên Enqere û Pirsûs bi gelan dan jiyandin, Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî, Elewî, Xiristiyan ne girîng in; Tirk, Tirkmen û Suryanî ne girîng in. Gelên vê dizanin pêwîst e tevna piştevaniya xwe çêbikin. Ji bilî vê ti çareya me nîne.