Parlamentera Partiya Gel a Lîberal Marîa Weîmer, diyar kir ku jinên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê wek penaber in di nav şert û mercên pir xerab de dijîn, wek cins ji aliyê zilamên Tirk ve tên îstîsmarkirin û mijar anî Parlamentoya Swêd.
Weîmer di pêşnûmeya xwe de got ku li Tirkiyeyê nêzî 2 mîlyon penaberên Sûriyeyî hene û piraniya wan ne di kampan de li bajarên mezin dijîn. Di pêşnûmeyê de hat diyarkirin ku jinên Sûriyeyî wek hevjîna duyemîn û sêyemîn difiroşin zilam Tirk û ev nûçe di medyaya cîhan û ya Swêd de hatine weşandin.
Weîmer anî ziman ku zewaca olî li ser jinên Sûriyeyî ferz dikin, dema ji aliyê zilamên Tirk ve tên terkkirin nikarin ti heqî bixwazin. Weîmer diyar kir ku pêwîst e hikûmeta Swêd a diyar kir ku wê di polîtîkaya derve de jinan biparêze bikeve dewrê, ji bo destûr ji saziyên alîkariyê re bê dayîn bikevin nav hewldanan.