BI DÎMEN

Li Adigey civîna 25’ê Mijdarê

Jinên Kurd ên li komara Xweser a Adigey dijîn bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li dijî Jinê di civînekê de hatin cem hev.

Jinên Kurd ên li komara Xweser a Adigey dijîn bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî  Şîdeta li dijî Jinê di civînekê de hatin cem hev.

Jinên Kurd ên li Komara Xweser ya Adigey dijîn, bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Dijî Jinê li hev civiyan. Civîna ku li avahiya Otonomiya Çanda Kurd a Agirî pêk hat ji bo giyana cangoriyên Kurdistanê bi yek deqeyê rêzgirtinê ve destpê kir. Di civînê de endama Rêveberiya Tevgera Jinên Kurd Rûsyayê Mizgîn Evîn li ser wate û girîngiya rojê axaftinek kir.

Evîn di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jina Kurd ku îro ji bo hemû jinên cîhanê bûye îlhama jiyan û têkoşînê û got: “Jinên civaka ku bi her awayî hatiye înkarkirin, bindest û lewaz di encama têkoşînek bêhempa de îro ji bo hemû jinên cîhanê bûye sembola jiyana nû. Jina Kurd bi vê têkoşîna xwe  li hemû nirxên jina xwedî derketiye û hiştiye ku êdî îradeya jinê jî cidî bê girtin. Bi taybet di şerê li dijî çeteyên DAIŞ dîsa îro li Bakurê Kurdistanê li hember zordestiya dewleta Tirk jina berxwedêr di her qada civakê de di nav têkoşînek aktîf de ye. Di salvegera Roja Têkoşîna li hemberî Şîdeta li Dijî Jinê de em şîdeta ku îro bi rê û rêbazên cuda li ser jinê tên meşandin bi tundî şermezar û lanet dikin.”

Piştî axaftina Evîn jinên ku beşdarî civînên bûyî jî li ser wate û girîngiya rojê axaftin kirin. Piştî axaftinan jin belav bûn.