Koç: Xistina balafira Rûs dikare bibe sedema 3. Şerê Cîhanê
Serdarê teqawît Zekî Koç diyar kir, ku balafira şer a Rûs ku bi hinceta 'binpêkirina pîvanên angajman' re ji aliyê Tirkiyeyê ve hat xistin, dikare rê li ber 3. Şerê Cîhanê veke.
Serdarê teqawît Zekî Koç diyar kir, ku balafira şer a Rûs ku bi hinceta 'binpêkirina pîvanên angajman' re ji aliyê Tirkiyeyê ve hat xistin, dikare rê li ber 3. Şerê Cîhanê veke.
Bandora xistina balafira şer a Rûsyayê ya li ser sînorê Hatayê, dewam dike. Serdarê teqawît Zekî Koç ê li Fermandariya Hêzên Deryayî ya Tirk wezîfe kiribû, sedemên dîplomatîk û leşkerî yên navbera her du welatan nirxand.
Koç bibîr xist, ku Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bi peymaneke hevpar re biryar dan li dijî rêxistina terorê DAIŞ'ê têbikoş in, vê yekê hikûmeta AKP'ê gelekî aciz kiriye û destnîşan kir, ku divê bûyera dawî jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin.
Koç ragihand, ku li gorî vê peymana navbera DYA û Rûsyayê, herêma ji 100 kîlometreyî ya navbera Cerablûs û Efrînê wê ji DAIŞ'ê bê paqijkirin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk an jî yekîneyên pêwenîdar lê bi cih bibin. Koç da zanîn ku ev yek dikare têkiliya di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de bibire û destnîşan kir ku armanca bingehîn a xistina balafira Rûs, hewldana ji bo tinekirina peymana navbera her du hêzan e.
Koç bibîr xist, ku heman piştî bûyerê Tirkiyeyê yekser xwe avêtiye bextê NATO'ê û diyar kir ku hewl hat dayîn ku NATO û Rûsya li hemberî hev rabin û bi vî rengî krîzeke nû were afirandin.
Koç der barê bikaranîna Tirkmenan ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve, ev nirxandin kir: "Kurd her tim bûye hedef. Avakirina rêxistinbûyîna xwe ya xweser, Tirkiye aciz kiriye. Li aliyê din rejîma Esad bûye hedefa bingehîn a duyemîn. Ji bo van her du armancan Tirkiyeyê, Tirkmen bi kar aniye. Ji kengî ve? Ji destpêkirina şer ve. Derket holê ku di TIR'ên MÎT'ê yên ber bi Sûriyeyê ve diçûn de çek hebûn. Hem li Iraqê hem jî li Sûriyeyê Tirkmen li her du aliyan rastî zilma DAIŞ'ê hatin. Li hemberî vê zilmê DAIŞ'ê ji bo Tirkmenan tiştek nekir. Lê di roja îro de hewldanên weke 'parastina Tirkmenan' tên nîşandan, ji aliyê esasî ve refleksa parastina DAIŞ'ê ye. Di vê çarçoveyê de hikûmeta welatê me di polîtîkaya xwe ya derve de bi bikaranîna Tirkmenên li Sûriyeyê re dixwaze çeteyên DAIŞ'ê, çeteyên El Nûsra û El Ahrad Şam biparêze. Bi dîtina min, pirsgirêk ne pirsgirêka di navbera DAIŞ û Tirkmenan de ye. Pirsgirêk bi bikaranîna Tirkmenan re refleksa parastina DAIŞ'ê ye."
Li ser xistina balafira şer a Rûsyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve, Koç ev nirxandin kir: "Bi nêrîna xwe ya leşkerî re vê dibêjim: Tê gotin ku pîvanên angajman hatine binpêkirin, lê welatê li hember jî dibêje pîvanên angajman li wê herêmê nehatiye binpêkirin. Ji bo ev yek zelal bibe, pêwîste beriya her tiştî desteyeke teknîkê ya navneteweyî, lêkolîn bike ku pîvanên angajman hatine binpêkirin an na. Tirkiye dixwaze vê pirsgirêkê bike pirsgirêkek NATO'yê, bi vî rengî NATO û Rûsyayê li hemberî hev rake û bi vî rengî xwe mafdar nîşan bide. Pêwîste rewşa cografîk a li vê derê, rewşa 'binpêkirin an na' ya pîvanên angajmanê di çarçoveya pîvanên teknîkî de bê lêkolînkirin. Di vir de ne pêwîst bû ku balafira F-16 a Tirk, balafira ESO 24 a Rûsyayê bixe xwarê. Naxwazim tirs û fikaran biafirînim, lê belê nêzîkatiyeke biv î rengî dikare bibe sedem ku li Rojhilata Navîn 3. Şerê Cîhanê rû bide. Pêwîste Tirkiye ne amade be ku berdêla vê bide. Bi dîtina min divê dersê ji vê bûyerê derxîne ku xwe tevlî meseleyên navxweyî yên welatekî din neke."
Serdarê teqawît Zekî Koç da zanîn ku Tirkiye dixwaze xwe li derveyî bûyerê bihêle, NATO û Rûsyayê bîne hemberî hev û got, "Lê belê ev nêzîkatiyeke rast nîne. Hewldaneke Tirkiyeyê ya bi vî rengî bi agahdariya NATO û Neteweyên Yekbûyî pêk tê. Di dema pêş de dibe ku ji aliyê aborî û leşkerî ve di navbera Tirkiye û Rûsyayê de rewşên nexweş û neyînî derkeve holê. Di vê mijarê de, divê pirsgirêkê neke pirsgirêka NATO'yê. Eger kêmasiyek hatibe kirin pêwîste Tirkiye hesabê vê bide. Ji ber van polîtîkayên şaş ên hikûmetê, pêwîste gelên Tirkiyeyê neçar nemînin ku berdêlan bidin. Komara Tirkiyeyê ku li derve vê dike, di hundir de jî di nava şerekî mezin ê navxweyî de ye. Li vê derê komkujî hene, erdnîgariya Kurdistanê ji xwe dişewite. Dema ev hemû werin nirxandin, ji aliyê psîkolojiya civakê ve jî rewş bê nirxandin, wê ji aliyê her kesî ve bê dîtin ku ev yek biryareke rast nîne."