'400 leşkerên Tirk li derdora Ezaz-Cerablûs-Helebê ne'
Zanyarê Ereb û Pisporê Rojhilata Navîn Samî Alî ji ANF'ê re ragihand ku 400 leşkerên artêşa Tirk bi kincên hêzên mûxalîf, li Cerablûsê ne.
Zanyarê Ereb û Pisporê Rojhilata Navîn Samî Alî ji ANF'ê re ragihand ku 400 leşkerên artêşa Tirk bi kincên hêzên mûxalîf, li Cerablûsê ne.
Piştî ku jeta Rûs ji aliyê Tirkiyeyê ve hat xistin û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn daxuyanî da, li ser alîkariya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ û komên din ên terorîst, agahiyên nû derdikevin holê.
Bandora xistina balafira Rûs a li nava sînorê Sûriyeyê dewam dike. Piştî ku Moskowayê Tirkiye rexne kir ku alîkariyê dide DAIŞ'ê, Zanyarê Ereb û Pisporê Rojhilata Navîn Samî Alî ji ANF'ê re ragihand ku 400 leşkerên artêşa Tirk bi kincên hêzên mûxalîf, li Cerablûsê ne.
Di dewama nivîsa Alî de hat ragihandin ku komên li herêmê di asta herî bilind de bi îstîxbarata Tirk re di nava têkiliyê de ne û bi awayekî koordîneyî dixebitin.
'XEBAT Û ÇALAKIYÊN WAN JI ALIYÊ MÎT'Ê VE TÊN KOORDÎNEKIRIN'
Gotara Samî Alî ya ji bo ANF'ê bi vî rengî ye:
"Di şerê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ê li hemberî hêzên terorîst ên navneteweyî, bi taybetî li dijî DAIŞ û Cephet El Nûsra de, gelek terorîst hatin girtin. Di nava van terorîstan de gelek welatiyên Ozbekîstan, Tacîkîstan, Azerbaycan, Dagistan û Çeçen ên di nava hêzên Şêx Suleyman û Partiya Îslamê ya Turkîstanê cih digirin hene. Ev hêzên Şêx Suleyman û Partiya Îslamê ya Turkîstan ser bi DAIŞ û Cephet El Nûsra ve ne. Encama ji lêpirsîna van terorîstên hatin zevtkirin derket holê jî ew e ku ev komên terorîst yekser bi DAIŞ'ê ve ne girêdayî ne, lê belê xebat û çalakiyên van koman di asta bilind de ji aliyê MÎT a Tirk ve tê destnîşankirin, plankirin û koordînekirin.
Herêmên ku ev kom lê dixebitin: Ezaz, Cerablûs û hin gundên li derdora Helebê. Bi kurtasî herêma di navbera kantonên Kobanê û Efrînê. 400 leşkerên Tirk kincên mûxalîfan li xwe kirine û li vê herêmê ne. Ev hêz, ji DAIŞ û hêzên din ên me qalan wan kir, cihê li herêmê ye.
'TIRKIYE BI HER AWAYÎ DESTEKÊ DIDE DAIŞ Û KOMÊN DIN'
Li herêma Cerablûsê, bi taybetî jî li ser sînorê Tirkiyeyê, kelûmelên leşkerî, veguhastina milîtanan û alîkariya lojîstîk jî di nav de bi her awayî alîkarî ji DAIŞ û komên din re tên dayîn. Hejmareke gelekî cidî ya leşkerî ya Tirkiyeyê heye. Daxwaza Hêzên Sûriyeya Demokratîk a ji bo derbasbûna ji Firatê û wergirtina vê herêmê, ji aliyê Tirkiyeyê ve bi destwerdanê re tê astengkirin. Mînaka vê yekê ya herî şênber jî bûyera li gundê Ziyaretê ye. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji Kurd, Tirkmen û Ereban, yanî ji gelê herêmê pêk tê. Pêwîste ew werin destekkirin.
Deriyê sînor ê Cerablûsê û deriyên din ên nefermî yên li derdorê hatine vekirin, ji bo birina petrol û tiştên mîna wê ber bi Tirkiyeyê ve, tên bikaranîn. Di berdêla vê de jî Tirkiye kelûmelên leşkerî, desteka lojîstîk dide komên terorîst.